Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ofîsa Jinê ya MSD’ê duyemîn komxebata xwe li bajarê Manbicê lidar dixe

Di berdewama bernameya xwe de di xurtkirina siyasî ya jinan de di bin sernavê “Tevlêbûna Siyasî ya Jinê” de, Ofîsa Jinê duyemîn komxebata xwe li bajarê Manbicê li dar dixe.
Di çarçoveya komxebatan de bi mebesta bihêzkirina jinê û guhertina wêneya qalib ya ku dibe astengê gihandina wan bo navendên biryargirtinê, Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk îro li bajarê Manbicê ji bo avakirina şiyanan li ser bihêzkirin û beşdarbûna jinê di qada siyasî de, komebatek perwerdehiyê li darxist.

Di komxebatê de endamên saziyên çalak yên li bajarê Manbijê, tevî saziya çalakiyên jinan û partiyên siyasî yên wekî “Partiya Hevnendiya demokratiya Sûrî”, “Partiya nûjeniya Demokratîk”, “Partiya Sûriyeya Pêşerojê”, “Rêvebiriya Jinê li Manbicê”, “Meclisa Jina Sûrî”, “Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz”, “Cîgira Meclisa Rêveber li bajarê Manbic” û “Ofîsa Jinê di Rêxistinên Civaka Sivîl” û endamên komîte û ofîsên taybet beşdar bûn .

Rêvebera Ofîsa Jinê ya MSD’ê “Îlham Omer” astengiyên ku dibin sînorsar li ber beşdariya jinan di proseya siyasî de destnîşan kir, di nav de, astengiyên qanûnî û nebûna hêzdariyê, astengên siyasî, nebûna çandek demokratîk, serdestiya hişmendiya eşîrî û mezhebî, û beşdarbûna lawaz a jinan di partiyên siyasî û avahiya pergalên siyasî de.

“Îlham Omer” bal kişand ser girîngiya beşdariya siyasî ya jinan, nemaze yên ku di sektora îdarî de di nav saziyan de ne û mekanîzmayên ji bo gihîştina mafên rewa yên siyasî ji bo wan, destnîşan kir ku ew dikarin ji hêla siyasî ve beşdarî xebatê bibin da ku rolên qalibgirtî û avahiyên bîrdozî yên çandî di civakê de biguherînin û cûdakariya yasayî ya erênî bikar bînin.

Komxebat bi dawî bû bi encamname û pêşnîyarên bi mebesta xurtkirina rola jinê û pêşxistina plansaziyek hevgirtî ya ji bo piştgirîkirina beşdariya jinan di jiyana siyasî de, tevî projeyekî bingehîn yê xebatê ku nûnertiya hêmanên pêwîst dike ji bo baştirkirina beşdarbûna jinan di rêzên wê de û piştevaniya wê beşdariyê bi hêzkirina kar, perwerdekirin û mekanîzmayên hişmendiyê ve bi dawî bû.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk
22’ê Tebaxê 2020

Add comment