Meclîsa Sûriya Demokratîk

Bi serperiştiya MSD’ê rêveçûna çalakiya “Efrîn gazî me dike (Qêrîna Sûriyê)”

Li navçeya El-ehdas ya herêma Şehbayê, projeya “Efrîn gazî me dike (Qêrîna Sûriyê)”hate destpêkirin, ku armanc dike dengê koçberên Efrînî ji cîhanê re ragihîne bi riya nîşandana êş û azarên wan bi rengekî şêwekarî û hunera pêkersazî.

Xebatên pêşangehê ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk û Desteya Çand û Hunerê li herêma Efrînê, di amadebûna zêdetirî 40 hunermendên Efrînê, têne birêvebirin.

Di çalakiya ku dê 45 rojan berdewam bike, berhemên hunerî yên şêwekarî ji tabloyên nîgarkirî û peykersazî pêk tê, û pêşandana wan di pêşangehekê de ji bo vê armancê hate pêşandan, bi şertê ku huner rastiya jiyanê li Efrînê û binpêkirin û sûcên ku ji hêla Artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê ve li dijî nişteciyên Efrînê pêk tên nîşan bide.

 

Derbarê projeyê û armancên wê de, rêvebera komîna nîgarê Sebah Elî got ku di çalakiyê de berhemên hunerî derbarê “êrişên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê û sûcên neheqî, kuştin û koçkirina bi zorê pêk tînin, herwiha êşên gelê Efrînê li kampên kantona Şehbayê tên pêşandan.”

Sabah behsa wan rêkarên ku wan kirine ji bo pêşîgirtina li belavbûna Coronavirus di dema komxebatê de û pêwîstiya pabendiya hemî beşdaran bi tedbîrên tenduristiyê bigirin û hişyar bin ku kom nebin.

Ji aliyê xwe ve, endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokrat, Mihemed Elî Hesen, got ku armanca projeyê hestkirina êşên gelê Efrînê ye û ragihandina “dengê wan li tevahiyan cîhanê.”

Herwiha çavdêrê projeyê, Şêwekar Ardilan brahîm di vê derbarê de got, “Em armanc dikin ku bi vê pêşangehê, belgekirina şerê  Efrînê û berxwedana wê, ku 58 rojan dom kir, û şandina peyamekê ji wijdanê cîhanî û rêxistinên mafên mirovan re da ku li hember binpêkirinên li Efrînê bisekinin.”

Biryar e ku ev komxebat ji bo meh û nîvekê berdewam bike, tê de dê gelek tabloyên hunerî û peykersazî bêne çêkirin, piştre jí  vekirina pêşangehekê li Şehbayê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Add comment