Meclîsa Sûriya Demokratîk

Wezareta Derve ya Emerîkayê: Tirkiye piştgiriyê dide tundrewên li Sûrîyê û rê dide wan ku ji lêpirsînê birevin

Raportek Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê eşkere kir ku dewleta Tirk piştgiriyê dide komên tundrew li bakurê Sûrîyê yên tawanbarkirî bi tawanên şer li dijî gelên herêmê.

Di raportê de hate destnîşankirin ku Tirkiye dixebite ku rê bide van komên binpêkirin û sitemkarî pêk anîne da ku lêpirsîn û dawerî di derheqê wan de neyê kirin.

Raportê berdewam kir ku milîsên ji hêla Serokomarê Tirkiyê Erdogan ve hatine piştgirî kirin rûbirûyî tawanbarîyên berfireh di girtina bêser û ber, kuştina derveyî dadweriyê û binpêkirinên din li bakurê Sûriyê rû didin.

Bi riya raportê, Wezareta Derve ya Emerîkayê dilgiraniya xwe nîşanda derbarê raportên pêbawer yên binpêkirinên mafên mirovan ku ji aliye milîsên piştgirîkirî ji aliyê Tirkiyê ve hatine kirin li deverên bakur rojhilatê Sûriya yê ku di dema operasyonên leşkerî de li dijî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, ku hevkarên hevpeymaniya navdewletî di şerê dijî DAÎŞ’ê de ne, li gorî raporeke nû ya Çavdêrê Giştî.

(Wezareta Derve ya Emerîkayê) Çavdêrê Giştî agahdar kir ku wan ti belge wernegirtine li ser darizandina ti kesî ji wan tawankaran di binpêkirinên mafên mirovan de ji alîyê “Hikumeta Sûrî ya demkî” ya ku piştgiriya wê ji Turkiyê bû di bakurê Sûriyê de.

Rapora Çavdêrê Giştî diyar kir ku Hikûmeta Sûrî ya demkî hêj tenê yek çekdar temen19 salî girtî.

Hin Rayedarên Wezareta Derve jî ji lêkolînvanan re gotin ku ew “xembar in ji raportên binpêkirina mafên mirovan li Efrînê, ku Tirkiye di Adara 2018’an de ew dagir kir,  herwiha gotin ku kom û fraksiyonên bi Tirkiyê ve girêdayî  mal û deverên şûnwarî talan dikin û goristanên olî yên Êzîdî wêran dikin, û revandina jinan beramberî xûngirtinê.

Wezareta Karên Derve raporên “binçavkirinên bêser û ber, kuştinên derveyî dadweriyê, destdanîn û jinûve paşnavkirina komên nû yên nişteciyên li malên taybet, qutkirina hercar ji gihandina avê ji bo nîv mîlyon sivîlan, û veguhastina bêserûber ji girtiyên Sûrî ji Tirkiyeyê bo Sûriye,” li gorî rapora serekê çavdêrvan di Desteya Çavdêrîya Emerîkî.

Ji aliyekî din, Pentagon ji Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî hîn zêdetir çû û got ku Tirkiye bi awayekî çalak piştgiriyê dide gelek milîsên Islamî yên tundrew û komên ku beşdarî çalakiyên tawanê  tundrê dibin.

Di demên dawîn de, Tirkiyê balafirên bê firokvan “dron” di hedefgirtina çalakvanan de li deverên bakur û rojhilatê Sûriyê de bikartîne, ku Seroka Desteya Rêvebir, “Îlham Ehmed”, li ser hesabê xwe yê twîterê diyar kir ku ev rêbazek alternatîf e ji bo êrişan, bi vî rengî bêdengiya navdewletî qezenc dike û her kesê ku dixwaze wan dikuje, Îlham Ehmad hişyarî da ku ev çalakî xeternak e û binpêkirineke ji peymana wan bi aliyên Rûsî û Emerîkî re.

Follow Me