Krîza Sûriyê wekî yek ji krîzên herî tevlihev ku di Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, dagirtiye bi krîz, şer û pevçûnên çekdarî ye, û her gav jî qurbanî xelkê herêmê ne, bi hemî pêkhate, rêxistin û sazûmaniyên xwe .
Kirîza Sûriyê, derbasî sala xwe ya dehemîn dibe bêyî ku çareseriyek nêzîk bête dîtin, hemî hewildanên navdewletî ji bo pêkanîna pêvajoyek sûdwergirtî ya siyasî têk çûn, herwiha agirbestên li pey hev jî nikarîbûn, jiyana sivîlan rizgar bike, tenê sînordar bû.
Raporek ji hêla Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan ve diyar dike, dijwariya êş û azara ku Sûrî di encama pevçûnan de jiyan dikin, ji ber ku sivîl dimînin qurbaniyên sereke ne yên şerê çekdarî li Sûriyê.
*Ew ne tenê hejmar in *
Desthilatdariya Sûriyê, hevkariyê digel rêxistinên mafên mirovan yên Erebî û navneteweyî de, red dike û berdewam e di pêdeçûna li ser mafnasên Sûrî de, û çalakiyên rêxistinên mafên mirovan yên herêmî ku ti erêpêdanê bi wan nake red kir, herwiha beşdarî kir bi dijberên çekdar û komên terorîst yên dijber re di kuştin, revandin û darizandina çalakvanên mafên mirovan yên Sûrî de.
Rapora belgekirî û analîtîk a Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike ku nebûna rêxistinên mafên mirovan nehişt ku belgeyên bêkêmasî nên kirin ji bo binpêkirinên giran yên di çarçoveya pevçûnê de hatine kirin, nemaze di derbarê êşkencê de û wendabûyên bi zorê û binçavkirinên bê garantîyên qanûnî, û darizandinên nehiqûqî.
Di encamê de jî, rapor lê zêde dike ku, aliyên nakokiyê, gunehbarin di zordestiyên li dijî sivîlan hatine kirin di asta tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê ne, ku piraniya wan xwedan pêgeheke exlaqî ne (mebesta sûcdariyê) ne, û dadrwerî li gorî rewşên cîhanî, ji rewşa Sûriyê dûr ma.
* Şerê bi wekîlan *
Li gorî çavdêran, li ser erdnîgariya Sûriyê, şerên herêmî û navdewletî dimeşin, ku xelkên sûriyê û binesaziya wê dibin qurban û ardûyên wê, herwiha li gorî rapora Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan, destwerdanên raste rast yên aliyên Rûsî û Emerîkî bû guhertinek di rewşa meudanî û siyasî de, û hêviyên li ser lihevkirineke Rûsî_Emerîkî ku bibe dawiya pevçûnan û destpêka riya çareseriyê hatin birîn,
lêbelê, ew destwerdana rasterast tevî dîmen û daxuyaniyên ku di hevdîtinên serokên her du aliyan de ligel civînan çêdike ji bo gihîştina têgihiştinekê di dema destewrdanên wan ên rasterast, li ser rewşê tevliheviyên giran zêde kir.
Wekî din, destwerdana herêmî bandorek mezin li kûrkirina birînên Sûriyan kir, nemaze destêwerdan û dagîrkeriya Tirkiyê, û beşdariya îranî ligel hêzên hikûmeta Sûriyê.
Van aliyan dest ji dijberiya danezan û sozên xwe bernedan û bi şêweyên piştgiriya bêsînor, bi awayên rasterast û nerasterê, ji şerkeran re bi rengekî ku pevçûn veguheztin nav şerekî wekîltî, ev uek jî alîkar bû di mezinkirina şidetê de û têkbirina şensên çareseriyê.
*Cîranê … dijmin *
Rapora rêxistinê vekolînan li ser guhartinên bêsînor di siyaseta Tirkiyê de dike ku bingeha wan ji piştgirîkirina komên çekdar ên dijî-rejîmê hat guhertin ber bi girtina tevdîrên din ên bi mebesta astengkirina destkeftina QSD’ê di şerê dijî rêxistina terorîst DAÎŞ’ê de, bi taybetî piştî ku QSD’ê piştgiriya navneteweyî ya bêsînor wergirt, nemaze ji hêla hêzên mezin ve, di nav wan de pêşîn Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Hevbendiya Navdewletî ne.
Rapor radigihîne ka Tirkiyê çawa ji rewşa dijberî ya bi QSD’ê re derketiye da ku rasterê dijminatiyê bi riya dagirkirina xaka Sûriyê ku di bin kontrola QSD’ê de bû piştî rizgarkirina wê ji rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê.
Destpêka sala 2018’an, dewleta Tirkiyê piraniya devera Efrînê dagîrkir, û piştre qada sînorî ji bajarê Serêkaniyê dagir kir ta Girê spî li gundewarên Reqa yê .
* Sûriyên … çete û dijmin *
Di encama rewşa destwerdan û alîtiyên navdewletî de, gelek sazî û dezgehên leşkerî û siyasî yên Sûrî ku ji nirxên civaka Sûriyê dûr in afirand, di rapora rêxistina Erebî ya bo Mafên Mirovan de hatî destnîşan kirin; ku ji berdewamiya herifandina komên çekdar yên dijî hikûmetê, perçebûnên di nav rêzên wan de, reformkirina wan û derketina sedhezaran ji wan, bandorek mezin li ser têkçûna qurbaniyan û yên rizgarbûyî da ku bi rastî tawanbaran nas bikin.
Van komên çekdar, ramanên tundrewî li xwe girtin, bi taybet yên ku bi dewleta Tirkiyê re têkildar in, û zordestî kirin hem li Efrîn û hem jî li herêmên din yên Sûrî ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagîr kirin, pêk anîn, herwiha ew wekî çete di şerên li derveyî sînorên Sûriyê di warê berjewendîyên berfirehbûna Tirkiyê de bikar anîn.
Tevî hewildanên di nav stasyonên cûda de ji bo destpêkirina riya çareseriya siyasî û aştiyane ji rewşa ku li cîhanê ya herî xirabtirîn bûye, tê xwestin jibo bidawîkirina karesata ku xelkên Sûriyê ji neh salan ve di nav de ye, hewcedarî bi hewldanên mezintir heye.