Serokê Momeleya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Barmo, got ku biryara beşdarbûnê bo Meclisa Sûriya Demokratîk pêngaveke ji bo veguheztina siyasî ye û xebateke ji bo dewleteke sivîl demokratîk, û teşwîqkirina diyalogê di nav pêkhateyên din yên Sûrî de, ev yek jî di hevpeyvîneke taybet de bû bi Ofîsa ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk re.
Mihemed Bermo diyar kir ku prensîba Komeleya Niştimanî ya Sûrî, diyalog e û vekirî ye li gel hemî aliyên siyasî yên Sûrî, û baweriya wê bi diyalogê heye da ku bigihîje dewleteke demokratîk neolîtîk,
Li ser vê esasî, guftûgo û têgihiştinên bi MSD’ê re bi salan hate kirin û piştre jî qonaxa tevlîbûn û hevkariyê hat, ji bo veguheztina siyasî û xebatê li ser dewleta sivîl a demokratîk, û teşwîqkirina diyalogê di nav pêkhateyên din yên Sûrî de … taybet di rewşa aloziya rejîmê de, ku ev yek jî yekrêzî û têgihiştina karê siyasî yê giştî di qonaxa pêş de, li ser Sûriyan ferz dike .
Bermo bi bîr xist ku qonaxa pêş, qonaxa kar li qadê û li ser erdê ye, û komele jî ber bi vekirina gelek ofîsan li hundurê Sûrî (Herêmên Rêveberiya Xweser) diçe, da ku têkiliya rasterast bi rastiya jîwera Sûriyê re bigere, û ev yek jî tekez dike li ser xebata ber bi hundur ve, ku ev gaveke pêşketî ye di xebata siyasî de ye. Di dirêjahiya salên borî de, xebat li derve bû, lê niha divê em gavên pratîkî bimeşînin da ku hevkariyeke siyasî ya rasteqîn li ser erdê pêşve bixin.
Serokê Komeleya Niştimanî ya Sûrî di wê baweriyê de ye ku yekrêziya Sûrî di her astê de destpêkeke pêwist e bo çareseriyê li Sûriyê, û xebata ligel tevahiya pêkhateyên siyasî yên Sûrî rêça tekane ye ku ber bi çareseriyeke siyasî ve diçe, û di vî warî de biryarên Konseya Ewlekariyê hene, ku ya herî pêşîn ew biryara 2254 e, Lê li ser Sûriyan berpirsiyariyeke mezin heye ku helwesta xwe bi riya diyalogê siyasî yek bikin.
Komeleya Niştimanî ya Sûrî, bi riya konferanseke rojnamevanî, di 17’ê Hizêranê de li paytexta Avusturyayê Vîyana, beşdarî û tevlîbûna xwe nava Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ragihandibû, ev yek piştî ku di qonaxa paşîn de çend civîn, hevdîtin û têgihiştin bi hev re