Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk li paytexta Emerîka, Waşintonê, mêvandariya semînereke diyalogê dike li ser pêşeroja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di rewşa niha de, û bi hevkarî û hemahengî bi Zanîngeha Colombya re hate saz kirin.
Di semînerê de, ligel nûnera MSD’ê li Waşintonê, “Sînem Mihemed”; her yek, ji Pîter Galbrês, balyozê û dîplomatê berê, û Dana Strol ji Enstîtuya Waşinton û serokê koma Lêkolîna Sûriyê û Dêvîd Polok jiê Enstîtuya Waşinton, siyasetmedarekî Amerîkî ye, herwiha birêz Dêvîd Fîlîps, koordînatorê Bernameya avakirina Aştiyê û Mafên Mirovan li Zanîngeha Colombya beşdarî semînerê bûn.
Nûnera MSD’ê li Waşinton, “Sînem Mihemed”, li ser dîtina Meclisa Sûriya Demokratîk derbarê paşaroja Sûriyê û nerîna wan ji bo çareseriyeke berfireh li wî welatî axivî .
“Mihemed” her sê modelên birêvebirinê li ser erdnîgariya Sûriyê destnîşan kir, modela rêjîma dîktatir ya ku hewl dide hemû axa Sûriyê kontrol bike bêyî guheztina polîtîkayên xwe .
Modela Idlib û deverên dagirkirî ji hêla dewleta Turkiyê ve, û binpêkirinên ku rojane li dijî Sûriyan li deverên dagirkeriya Tirkiyê çêdibin û çeteyên wê bi tundî li Efrîn û Serê Kaniyê pêk tê.
Modela sêyemîn jî, Rêveberiya Xweser temsîla wê dike, ku bi pirrengiyê û bi tevlêbûna hemî pêkhateyên herêmê di nav de tê birêvebirin û parastina herêmên wan ji teror û tundrewiyê.
Herwiha nûnera MSD’ê li Waşinton, amaje bi rola jinê kir di hemî warên jiyanê de .