Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk, “Riyad Dîrar” peyamek ji rûnişteciyên û xelkên devera rojhilatê Sûriyê re şand.
Hevsrrokê MSD’ê balkişand ser hewildanên hin aliyan, ku dixwazin nakokiyê çêbikin û deverê bixin nav alozî û nakokiyê di navbera Kurd û oêkhateyên din de, û destnîşan kir ku qurbaniyên Kurdan dane di nava Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de, hatine dayîn ji bo vejîna Sûriya yekbûyî ye û damezrandina sîstemeke demokratîk e ku mîrateya zordestiyê ya Sûriyê bi dehsalên dirêj ji salên şêstî ve li ser hatiye meşandin bidawî dike.
“Dîrar” berdewam kir ku ev teşwîq û sorkirin û lêgerîna li pey nakokiyê li pişt wê hêzên şerê taybet yên Tirkî ne, û Sûrîyên ku şoreşê têk birin û ew spartin dijminên projeya niştîmanî ya Sûrî, hişyar dike ku divê berpirsiyariyeke çareser hebe ji kêşeyên rawestandî, berî ku nexweşî xirabtir bibe.
Li ser pirsa rêbazên xwendinê û bertekên wan, Dîrar got ku gengaz e ku ew li ser wan lihev bikin, ji ber ku hinek ji wan dixwazin rêbazên xwendinê yên rêjîmê bimînin, ew jî ne hêja ye ku bibe sedemek ji nakokiyê re, û dibe ku çareserî peyde bibe.
Di peyama xwe de, herwiha hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk nehsa mijara beşdarbûn û rêvebirinê kir û got:
mijara beşdarbûn û rêveberiyê li cî ye, lê ew hewce ye ku hêjmara herî mezin pêşve bibe, ligel pêşkêşkirina xizmetguzariyên ku deverê nûvejîn dike, û ev kar berdewame, lê hebûna hin gendelan ku veguheztinên dîrokî jo xwe re bikartînin di qonaxên pevçûn û şer de .
“Dîrar” destnîşan kir ku zîhniyeta nijadperest a ku ciyawaziyê di navbera pêkhateyan de dike divê were rawestandin ji ber ku ew xizmeta nakokiyê dike û hewl dide ku beşek ji gel serdest be li ser hesabê wekheviya di navbera wan de, û xizmeta vegerandina tundrewan dike di encam de, û her kêşeyek di dema niha de, di berjewendiya rêjîmê de ye, ji ber ku ew nêzîktir e ku ji bo mudaxeleyê Îranê re bike, herwiha sêaliya Astana jî, ne dûr e li pişt van arîşeyan .
Hebserokê MSD’ê peyama xwe wiha bi dawî kir û got: “Ez bawer dikim ku hêzên herêmê, aqilmend û hişmend dikarin van meseleyan birêve bibin bêyî ku lêgerîna kaosê bibînin ku dê tenê xizmeta dijminan û tundrewiyê bike.”