Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ofîsa jinê ya MSD’ê komxebatekê lidardixe li ser rêxistinên mirovî û nebûna rola wan di Efrîna dagirkirî de

Ofîsa jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk komxebatek diyalogê di bin navê : “Nebûna rola rêxistinên mirovî di Efrîna dagirkirî de, li navçeya Fafîn ya herêma Şehbayê lidarxist.

Di Komxebatê de, sazî û dezgehên jinan li Efrîn û Şehbayê, herwiha jinên Efrînî yên ku tecrûbeyên bi êş derbaskirine ji encama dagirkirina herêma wan ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve beşdar bûn.

Komxebat ji sê beşan pêk hat, beşa yekem li ser bêdengiya navdewletî û rêxistinên mirovî li hember binpêkirinên ku ji aliyê dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine kirin, ku hê jî li dijî gelê Efrînê berdewam in, birêve çû.

Herwiha tê de mijara jinê û êşên wan di heyama kirîza Sûriyê de, lêgerîna sedeman ji bo dîtina çareseriyên erênî ku pêşî li wan êşan digirin û lênerîna wê di çarçoveyeke niştîmanî ya berfireh de, û avakirina ber bi dawî anîna aloziyê digel ew êşên ku jin li Efrînê rastî wê hatine, ya ku ji hemû jinên Sûriyê bêtir tundtî lê bû, ji ber ku ew rastî hemî cureyên tundiyê hatiye .

“Zeyneb Qenber”, rêvebira ofîsa jinê, behsa rola jinê li Efrînê, di dema dagirkeriya Tirkiyê de û rola wê di hemû waran de, nemaze rola wê di jiyana siyasî de kir, û li gorî “Qenber”, vê yekê hişt ku bê armanc kirin ji hêla dewleta dagirker a Tirkiyê û çekdarên wê yên terorîst.

Komxebatê di heman demê de behsa qonaxa yekem û duyemîn a berxwedana serdemê kir ku ji jinên Efrînê re tê de, di nav de, jinên Efrînê berxwedana xwe ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re îsbat kir, herwiha rêvebera Ofîsa Jinê behsa rola wan jinan kir ku di parastina bajarê Efrînê û xelkên wê de, xwedî sekneke berbiçav bû û ev beşdarbûn çawa piştevaniya rola jinê di hemû qonaxên berxwedanê de xurt kir.

Herwiha bi riya tevlîbûnên beşdaran, tekez kirin ku pêwîst e rola jinê di hemû warên siyasî, leşkerî û îdarî de bihêz bibe û bi hev re bixebitin ta rizgarkirina tevahiya axa Sûriyê ji hemû dagirkeriyan û gihîştina Sûriyeke pirreng, demokratîk û ne navendî .

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

17’ê Tîrmehê, 2020

Follow Me