Sekreterê giştî yê alîkarê Komkara Erebî, birêz Husam Zekî, vê sibehê, li baregeha komkarê, ligel nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Komara Erebî ya Misrê Sîhanok Dîbo civiya.
Dîbo ligel Sekreterê Giştî yê alîkar, nêrîna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD’ê) ji bo çareseriya Sûrî û projeya Rêveberiya Xweser û rola Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di têkbirina terorê û pêşvexistina aşitiya navxweyî de parve kir, herwiha tevgera MSD’ê ber bi Sûriyeke yekbûyî û baweriya wê heye bi xebata hevbeş ligel opozîsyona niştimanî ya Sûrî ya bawermend bi çareseriya Sûrî, dûrî ejindeyên teng yên hin welatên herêmî wek Tirkiyê.
Dîbo herwiha behsa girîngiya rola Komkara Erebî kir li hember gefên li herêmê û welatên Ereban, nemaze gefên Tirkiyê û dagirkirina wê ji herêmên Bakurê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê giştî yê alîkar pêşwazî li serdanê kir, û tekez kir li ser girîngiya têkiliyan û rastîya nerîna Meclisa Sûriya Demokratîk nîşan bide û tawanbar û helwestên ku di derbarê rola wê de hatine raber kirin, red bike, herwiha digel daxwazên Kurdan pêşwazî bike û pêşî li valahîyekê bigire.
Herwiha Balyoz Zekî di heman demê de piştevaniya Komkara Erebî ji opozîsyona niştimanî ya Sûrî ya bawermend bi çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî rêça wê ya sîyasî û biryarên yasaya navdewletî yên têkildar piştrast kir.