Meclîsa Sûriya Demokratîk

Meclisa Serokatiyê, careke din dest bi civînên xwe dike û tekeziyê li ser pêwîstiya çareseriya siyasî dike

Meclisa Sûriya Demokratîk, doh Yekşemê, civîna xwe ya mehane ku yekem civîn e piştî eşkerebûna pandemiya Corona lidarxist, tê de endamên Meclisa Serokatiyê hejmarek doz û dosye li bajarê Hesekê, li bakurê rojhilatê welêt gotûbêj kirin.

Piraniya endamên meclîsa serokatiyê beşdarî civînê bûn, bi amadebûna Hevseroka MSD’ê “Emîna Omer”, ku li ser pêşveçûnên li herêmê diqewimin axivî, nemaze Sûriyê, û aloziya wê, ku ket sala xwe ya dehemîn de, bêyî ku nîşanên çareseriyeke domdar û berfireh diyar bibin.

Piştre, hevseroka MSD’ê raporek li ser rewşa siyasî û nirxandina rewşa siyasî û helwesta Meclisa Sûriya Demokratîk li ser gelek babet û pêşketinên ku Sûriyê di meha Hizêranê de tê re derbas bû xwend.

Endamên meclîsa serokatiyê yên ku ji partiyên cuda, û hêzên siyasî û civakî ne, civîn bi nerîn û guftûgoyên avaker dewlemend kirin, û tekez kirin ku hewcedarî bi dîtina rêyekê ji aloziyê re û dawîkirina êşa gelê Sûriyê heye.

Di civînê de nîqaş hat kirin li ser hewildanên Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo berhevkirina hêzên rikberiya demokratîk û avakirina lihevkirineke niştîmanî, ku di bin yek sîwanê de kar bike û nûnertiya vîna Sûriyan bike, dûrî destwerdan û girêdana welatên herêmî ji bo bicihanîna ejindeyên wan.

Civînê, hikumeta navendî li Şamê berpirsyar kir di ber xirabkirina rewşa aborî û nizimbûna diravê ji ber bikartina vebijarka leşkerî û red kirina destpêşxeriyên danûstandin û diyalogê ku dê gelê Sûrîyê ji wêraniya şer, xizanî û dorpêçkirinê dûr bikira.

Civînê pesn da pîvan û hewildanên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina binketina dirava Sûriyê bi riya girtina pilan û tedbîrên ji bo kêmkirina xirabûna aborî ya ku li wî welatî rû dide .

Civînê herwiha bang li civaka navdewletî û welatên sereke yên faktor di dosyeya Sûriyê de kir ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin û wê rawestînin li ser kiryarên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji qutbûna avê û gefên li ser jiyana bi mîlyonan Sûriuan, û herwiha siyasetên wê yên berfireh û tawankarî.

Civînê lihevkirina aliyên Kurdî li ser qonaxa têgihiştinê di navbera wan de bilind nirxand, û tekez kir li ser hewcedariya berdewamiya hewlên ji bo gihîştina rêkeftinekê di navbera hemû aliyan de, da ku bigihîjin guftûgoyek berfireh di navbera pêkhateyên cuda yên Sûriyê de ji bo xurtkirina rewşa hevsengiya civakê û redkirina cûdahî û cûdabûnê.

Di dawiya civînê de, hat tekez kirin li ser girîngiya piştevaniya hewildan û rêça ku Meclisa Sûriya Demokratîk nûnertiya wê dike, tête dîtin ku ew rêyek welatparêzî ye ku xwedan amûrên çareseriyê ye, dûrî  destwerdanên ku ji doza Sûriyê re xizmetê nakin û êşên wan bidawî anîne û daxwazên wan bigihîne armanca Sûriyeke nenavendî û demokratîk.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk 13’ê Tîrmehê, 2020

Follow Me