Ofîsa Rêxistinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê civîna xwe ya asayî li Qamişlo pêk anî, bi amadebûna şax û komîteyan ofîsên li bakur û rojhilatê Sûriyê, da ku pêşveçûnên siyasî gengeşe bike û pilan û bernameyên ofîsê di dema pêş de were nîqaş kirin.
Bi amadebûna hevsetokê ofîsa rêxistinê Hikmet Hebîb, di civînê de geşedanên bilez ên ku li herêmê diqewimin û bandora wê li ser Sûriyê, gengeşe kirin û dîtina riyên derketin û çareseriyeke siyasî ji aloziya ku ket sala xwe ya dehemîn de gotûbêj kirin.
Di civînê de herwiha rewşa aborî û xirabûna nirxê dirava sûrî ji ber sepandina yasaya Qeyser ya cezayên Amerîka li ser hikûmeta Sûriyê, hat gotûbêj kirin,
Civînê hewildanên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kêmkirina nizimbûna diravê Sûriyê de bi pesindayîn nirxand.
Ji aliyekî din, hevserokê ofîsa rêxistinê, Hikmet Hebîb, diyar kir ku êrişên Tirkiyê û destwerdana wê ya leşkerî li çend welatên herêmî metirsiya hişmendiya berfireh û êrîşkar ya serokê Tirkiyê û hikûmeta wî nîşan dide, û lê zêde kir ku nêzîkatiya Tirkiyê ya heyî xeternak e li ser aramî û ewlehiyê li seranserê herêma Rojhilata Navîn û cîhanê, ji ber vê yekê divê saziyên navneteweyî yên têkildarî wê li gorî yasa û qanûnên navneteweyî tevbigerin.
Civînê herwiha pîrozbahî kir li nêzîkbûna herdu aliyên Kurd di bersivdana Serfermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk de, û Hebîb ev têgihîştin wekî pêngava rast pesn kir, ya ku ji bo lihevkirina hemî aliyên Sûrî rê dide, ber bi bidestxistina çareseriya siyasî ya xwestî ya ku teva xelkê Sûriyê wê hêvî dike .
Di aliyê rêxistinî de, civînê plansaziyên ofîsê yên di qonaxa derbasbûyî de û amadekarî ber bi vejandina civînên girseyî û civîn bi kesayetên civakî re, nirxand, bi taybet di demekê de ye ku nûçeyên derewîn tên belavkirin yên ku hewil didin rewşa aramî û ewlehiyê di herêmên Rêveberiya Xweser de têk bibe.
Herwiha di civîna mehane de ya Ofîsa Rêxistinê de biryar hate girtin ku li ser biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê komxebat werin li darxistin, di serî de biryara 2254 ya NY, ku ta niha wek referans û lêveger e ji bo her çareseriyeke siyasî li wî welatî tê hesibandin.
Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk
29’ê hizêanê, 2020