Meclîsa Sûriya Demokratîk

Vîto bi milyonan xelkê Sûriyê ji alîkariyên mirovî bê par dike

Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya dehemîn bû piştî neh salan bi xwîn,  ku Sûrî wêran kir, jiyana bi sed hezaran ji wan stend, bi milyonan jî koçberkir, herweha çend hezar jî birîndar, girtî û wendabûyî kir û bi dehan bajar, gund û bajarokên Sûriyê kavil kir û binesazî û sektorên hilberînerê têkbir, di nav rewşekê ji sistebûna navdewletî di derbarê afirandina derfetên rasteqîn ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ku daxwazên rewa yên gelê Sûriyê pêk tîne, bi azadî, demokrasî û welatê dadperwerî temsîl dikin

Di nav berdewamiya vê karesetê de, êş û azarên Sûriyan xirabtir bû. Li gorî amar û raporên NY, li ser erdnîgariya Sûriyê / 11 / milyon mirov pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene, ji wan / 5 / milyon ji ber rewşa domdar ya nakokî û pevçûnê hewcedarên bi lez ji alîkariyên mirovî ne.

Dergeh û reha jiyanê

 

Deriyên sînorî derfeta sereke ye ji bo her welatekî ye, ji ber ku deriyê wî welatî ye ku bigihêje cîhana derve, ku li gorî yasayên navxwe û niştîmanî yên her welatekî ku bi zqanûnên navdewletî jî tê birêve birin .

Di rewşa Sûriyê de, ya ku bi sînorên xwe yên dirêj bi cîranên xwe re tête naskirin, gelek dergehên wê bi welatên cîranê wê re hene (Iraq-Tirkiyê-Libnan-Urdun)

Deriyên sînorî rola herî girîng bû di dabînkirina arîkariya mirovî, alavên bijîjkî û dermanan bo Sûriyê, ji ber ku ew peywendiya di navbera Neteweyên Yekbûyî û deverên li derveyî kontrola hikûmeta Sûriyê ne û peydakirina alîkariyên mirovî bo mîlyonan ji xelkê Sûriyê, piştî ku wan pêdiviyên jiyanek birûmet wenda kirin.

Di 14’ê Tîrmeha sala 2014’an de, Konsrya Ewlekariyê Biryarnameya 2165 pejirand, ku tê de destûrê dide saziyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wan ên jo bo bikaranîna dergehên “Bab el-Selam û Bab el-Hewa” li bakur bi Tirkiyê re, ” (Til Koçer) li rojhilat bi Iraqê re û “Remsa” li başûr bi Urdunê re ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê.

Siyasetkirina proseya mirovî

Li ser dirêjahiya şeş salan, saziyên mirovî pişta xwe dan ser deriyên sînorî, da ku materyalên alîkariyên xwarinê û dermanan bi riya deriyên sînorî û her çar dergehan re bigihînin.

Di 20’ê Kanûna Pêşîn a 2019’an de, Rûsya û Çînê mafê Vîtoyê bikar anîn li dijî biryareke Neteweyên Yekbûyî, tê de pêşniyaz kir ku mekanîzma biryara 2165  hatî damezrandin nû bike ku destûrê bide Neteweyên Yekbûyî di deriyên Bab el-Selam û Bab el-Hewa û Til Koçer re alîkariyên mirovî bihihîne Sûriyê.

Bi vî rengî, pêvajoya radestkirina arîkariyên mirovî ket bin bandora ejindeyên siyasî, ji bilî nehiştina bi mîlyonan Sûrî ji alîkariyên bijîjkî û alavên dermanan li ber belavbûna nexweşiya Corona, bi taybetî ew deverên ne di jêr kontrola hukûmeta navendî li Şamê.

Dergehê Til Koçer .. Bangwazî û negudarî

 

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî pejirand ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê zêdetirî 710 hezar mirovên ku ji deverên cûda yên Sûrîyê hatine koçber kirin wek encama pevçûnên berdewam li wî welatî li xwe digire, rêjeya zarokan digihîje% 42, herwisa hebûna kampên herî mezin li herêmê wek kampa Holê ku malbatên çekdarên rêxistina terorîst ya DAÎŞ’ ê tê de ne û hejmara wan nêzî 70,000 e.

Di 21’ê Sibatê, 2020,ê de, Konseya Ewlekarî rêyên alternatîf ji deriyê sînorî yê Til koçer re destnîşan kir, û balkişand ser rewşa mirovî li bakur û rojhilatê Sûrîyê, û di raporekê de amaje kir ku pirtir ji 1.9 milyon mirov hene ku hewceyî arîkariyên mirovî ne jiber ku 1.34 li herêmên ne di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ne hene, û ta niha jî 70 hezar kes penaber in li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî operasyona “Kaniya Aşitiyê” ya Tirkiyê ku di 9’ê Cotmeha 2019an de dest pê kiribû .

Di 17’ê Tîrmehê de, Almanya û Belçîka projebiryarek ji NY re pêşkêş kirin û tê de daxwaz kirin ku dergehê “Til koçer” yê  bi Iraqê re, ji bo 6 mehan were vekirin.

Herwiha reşpelika vê biryarê di heman demê de li ser bingeha nirxandinekê ji hêla Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî “Antonio Guterres” ve vebijarka Konseya Ewlekariyê dide, da ku şeş mehên din dirêj bike, ji ber bandora Vîrûsa korona li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve, (Liwîs Çarbono), rêveborê karûbarên navdewletî ji bo Rêxistina Mafên Mirovan, got, “Tenduristiya Cîhanî divê xwedî helwest be û nekeve bin bandora zextên ji hêzên mezin, ji ber rewş li ser rizgarkirina jiyana mirova ye, ne ji rexne dûrkirinê ye.”

 

Çarbono lê zêde kir ku Konseya Ewlekariyê divê yekser destûrê bide, ku deriyê ” Til koçer ” bikar bîne, yê ku li bakurê û rojhilatê Sûriye dikeve, di bin kontrola “Hêzên Sûriya Demokratik” de ye.

Ji aliyekî din, dîplomatkarên rojavayî ragihandin ku girtina deriyê Sûrî-Îraqê, rê nade ku 40% alîkariyên bijîjkî derbasî Bakurê Rojhilata Sûriye bibe . ”

Çareseriyên alternatîf yên bê sûd û encam

Neteweyên Yekbûyî pêşnîyar kir ku karanîna deriyê sînorî yê “Girê Spî ” yê di navbera Sûriye û Tirkiyê de (di bin kontrola komên çekdar yên bi piştgiriya Tirkiyê ne) da ku alîkariyên mirovî ji sivîlên li bakurê rojhilatê Sûrîyê re peyda bike, piştî ku Rûsya û Çînê pêşî li rêxistina navdewletî girtin ku dergehê “Til koçer ” li ser sînorê Îraqî ji bo vê armancê bikar bîne.

Di meha Çele ya îsal de, Balyozê Rusya li Neteweyên Yekbûyî, Vasîlî Nebenziya, fikarên li ser girtina deriyê Iraqê red kir, û got ku rewşa li ser erdê guherî ye û ew arîkarî ji hundirê Sûriyê ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê re tê.

Ev bû astengiyek li pêş Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, nemaze di dema belavbûna vîrûsa Corona de, ya ku li cîhan tevde xist bin gefê de, ku gengaz nabe derman û alavên bijîjkî ji Neteweyên Yekbûyî re peyda bike, ji ber vê yekê rêveberiya xweser neçar ma ku hin amûrên bi riya ne fermî ua dergeha “Fêşxabûr-Sêmalka” ji hêla rêxistinên ne hikûmî ve derbas bike.

 

Girtina rehên alîkariyên mirovî li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, jiyana bi milyonan kesan dixe nav xetereya têkçûyînê de, di heman demê de çareseriyên Neteweyên Yekbûyî dibe ku bêkêr bimîne.

Follow Me