Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Şeva derbasbûyî, balafireke keşfê ya girêdayî Artêşa dagirker a Turkiyê êrîşî gundê Helincê, li rojhilatî Kobanê kir, û di encamê de sê jin şehîd bûn ku di warê parastin û berevaniya azadî û bihêzkirina jinê de dixebitîn; Ew endamên Kongra Star / Kongra Jinê ne.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de di dema ku em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, û em saxlemiya birîndaran hêvî dikin, Em vê tawana hovane şermezar dikin ku ji hişmendiya Turkiya Erdoganî ya hovane ye, herwiha em tekez dikin ku ev tawan yek ji rêze tawanên rêjîma faşîst ya Enqerê li herêma Kurdistana Îraqê ta Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ta Libya û Yemen û herêmên din ku Enqerê amadekariyan dike ku têkevê; li pey wê projeya xwe ya siyasî ya tarî, ku jê re dibêjin Osmaniya Nû ye. Digel qirkirina siyasî û ketina Tirkiyê di nav pirsgirêkên navxweyî û krîzan de bi tevahî.

Hêjayî bibîrxistinê ku ev sûc û tawan, binpêkirin ji yasaya navdewletî û peymanên ku Enqere bi Waşington an Mosko re di dema dagirkirina Turkiyê ji Serêkaniyê û Girê spî re di dawiya cotmeha sala borî de pêk aniye.

Em careke din bang li gelê xwe yê Sûriyê û hêzên wê yên welatparêz dikin ku ji Cezîrê heta Horan û Quneyitra bibin yek û li dijî dagirkeriya Turkiyê bisekinin û dagirkeriya wê li ser xaka Sûriyê bi dawî bikin.

Herwiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê dikin, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Federasyona Rûsyayê, û Komkara Ereban, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl, tevger û çalakiyek bilez bikin ji bo rawestendina makîneya kuştin û hilweşandinê ya ku ji hêla hêzên dagirker ên Turkiyê ve û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, bi taybetî Efrîn, ku di bin barê dagirkeriyê de ye, darizandina wan li ber dadgehê, ji ber bêdengiya navdewletî li ser tawanên Turkiyê li Sûriye û tevaya herêmê wan pêşde dide ber bi tawanan zêdetir bikin.

 

24ê Hizêranê 2020

 

Add comment