Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ofîsa jinê atolyek li ser jinê û beşdariya siyasyî li dar dixe

Ofîsa jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk, îro atolyek li ser jinê û beşdariya siyasî, bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan li bajarê Qamişlo li Bakur Rojhilatê welêt, li darxist.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk “Emîna Omer” û kordînatora giştî ya Meclisa Jina Sûrî “Lîna Berekat” jî beşdar bûn, tê de Lîna Berekat semînerek li ser jinê û beşdariya siyasetê kir, berî semînerê gotina pêşwaziyê ji aliyê kordînatora  atolyê û birêvebira Ofîsa Jinê Canda Mihemed hat kirin, û mijarên komxebatê û plansaziya wê destnîşan kir.

Lîna Berekat di derbarê têgeha beşdariya siyasî û giringiya wê ji bo jinê axivî.

Berekat amaje kir ku beşdariya jinê di jiyana siyasî de yek ji hêmanên herî girîng e di pêvajoya proseya demokratîk de li her welatekî, û ew bingeha sîstema siyasî û civakî ya wî welatî nîşan dide.

Berdewam kir ku qelsiya mekanîzmayên demokratîk û hêzên di nav civakê de dibe alîkar ku beşdariya jinê ya siyasî paşguh bine.

Li gorî “Berekat”, rêjeya pêşveçûna civakê, bi qwasî hêzbûna wê di warê beşdariya jinan di kêşeyên civakê yên giştî û taybet de û bilindkirina hêza wan di proseya pêşvebirinê de tê pîvan.

Di semînerê de behsa astên beşdarbûna siyasî û qonaxên wê, ku di hişmendiya hewcedariya berpirsiyariya siyasî de û di nav çalakiyên siyasî û her cûre çalakî û tekoşîna siyasî de, bi dawî dibe hat kirin.

Berekat herwiha balkişand ser astengiyên ku nehiştin jin beşdarî siyasetê bibin, û ya herî berbiçav ji wan re destnîşan kir, wekî astengên qanûnî, civakî, sîyasî û yên din. Wê sedem diyar kir ku ji ber serweriya mîrasa civakî û pergala baviksalarî ya serdest li ser çand û kelepûra civakî, ku nirxên cûdabûnê li dijî jinê ferz dike û şîdeta li dijî wan pêş dixe, ya ku ji nûve dabeşkirina rolên kevnperest yên mêr û jinan ferz dike.

Berekat di dawiya axaftina xwe de, amaje kir li ser çawaniya aktîfkirina beşdariya siyasî ya jinan bi perwerdekirin û bihêzkirina jinan û teşwîqkirina wan ji bo karûbarên giştî û gelemperî kirina çanda wekhevî, mafên mirovan û demokrasiyê,  herwiha belavkirina çanda beşdariyê di jiyana siyasî de.

Ji aliyê xwe ve, rêvebira Ofîsa Jinê ya MSD’ê, “Canda Mihemed” got ne gengaz e ku pêkanîna aştiya domdar û gihîştina civakek saxlem bêyî beşdariya çalak a jinan di hemû warên jiyanê de, nemaze di ya siyasî de, lewra derfetên ji bo bidestxistina pêşketinek berfireh zêde dibin.

Li ser armanca lidarxistina vê atolyê, Canda Mihemed destnîşan kir ku hêzkirina jinê di warê siyasî, civakî, rêvebirî, aborî û hwd de; Ew yek ji xebatên sereke ya Ofîsa Jinê ya MSD’ê ye, û amadekarî tên kirin jo bo lidarxistina rêze komxebatên din ji van workşopan bi mijar û naverokê cûda .

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

21’ê hizêranê, 2020

Add comment