Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed: lihevkirina Kurd-Kurdî ne dijberî projeya MSD’ê ye, lê belê ew rewşa niştîmanî temam dike

“Îlham Ahmed” seroka Meclisa Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk tekez kir ku, Belgeya têgihiştin û lihevkirina ku ji hêla aliyên kurd ve hatî imze kirin ne dijberî projeya niştîmanî ye, ya ku Meclisa Sûriya Demokratîk wê temsîl duke, ew jî wekî hewildanên  MSD’ê ye bo yekîtiya hêzên rikberiya demokratîk e.

“Ehmed” ji kenala Russia Today re got ku  lihevhatina di navbera pêkhateya kurd bixwe de, ew dê were pêşkêş kirin bo danûstendinê bi hemî Sûriyan re, ew weke dozeke xwezayî ye ji bo bi hev re gihîştina çareseriyeke guncaw ji aloziya Sûriyê re.

Di derbarê dîtina siyasî de, ya ku aliyên Kurdî li ser li hev kirin, Ehmed berdewam kir û got : Meclisa Sûriyeya Demokratîk xwedî helwest û dîtin e di derbarê forma hêvîkirî ya Sûriya pêşerojê, ew jî sîstema nenavendî ye, lê zêde kir ku çarçoveya vê dîtinê, dê ji hêla Sûriyan ve were destnîşankirin û dê bi hêzên demokratîk re bê lihevkirin.

Aliyên Kurdî / Partîyên Yekîtîya Nişrîmanî (Hevbendîya 25 Partîyên Kurdî) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî / li bajarê Hesekê di 16’ê Hizêrana îsal de peymanek têgihiştinê amade kirin ji bo amadekirina rêkeftineke berfireh ya li ser daxwaza Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîkî “Mezlûm Ebdî ” û bi serperiştiya Nûnerê Emerîkî balyoz “William Robak” .

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

19’ê hizêranê, 2020

Add comment