Meclîsa Sûriya Demokratîk

Komeleya Niştimanî ya Sûrî, tevlîbûna xwe bo Meclisa Sûriya Demokratîk radigihîne

Komeleya Niştimanî ya Sûrî, tevlîbûna xwe bo Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê , şeva derbasbûyî ji roja Çarşemê bi riya konfransekî rojnamevanî li paytexta Avusturya Viyêna ragihand.
Konfransê rojnamevanî bi amadebûna Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratik, “Riyad Dîrar”, serokê Komeleya Niştimanî ya Sûrî, “Mihemed Bermo”, û endamên buroya siyasî di komeleyê de hate dest pê kirin, digel hejmarek ji aliyên siyasî û kesayetiyên siyasî û yên têkildar bi rewşa Sûriyê û hem jî gelek dezgehên ragihandinê û kanalên TV amade bûn.
Daxuyaniua tevlîbûnê ji aliyê Cîgirê Serokê Komeleya Niştimanî ya Sûrî, “Emîr Zêdan,” ve hate xwendin, tê de biryara tevlîbûna Komeleya Niştimanî ya Sûrî bo projeya niştimanî ya ku MSD’ê nûnertiya wê dike, ragihand.
Daxuyaniyê, diyar kir ku biryara tevlîbûnê hate dayîn piştî qonaxa lihevkirin û hevdîtinan bi Meclisa Sûriya Demokratîk re di qonaxa derbasbûyî de da ku bigihîje veguhestina siyasî ji sîstema zordar û dîktatoriyê bo sîstemeke demokratîk ku tê de hemî Sûrî bi hemî pêkhateyên etnîkî û olî re xwedan maf û erkên wekhev, li ser prensîbên hemwelatîbûnê bê cûdahî, bi Nasnameyeke niştimanî ya Sûrî, ya ku bala xwe dide dewlemendî û cihêrengiyê, ku bûne û hê jî taybetmendiya herî berbiçav a civaka Sûriyê di seranserî dîrokê de.
Daxuyaniyê komek ji rêgezên bingehîn û armancan ragihand, ku bingeheke ji bo karê hevbeş û erkên pêwîst di bernameya wan de, ji bo qonaxa heyî de.
Daxuyanî di encamnameyê de, eşkere kir ku biryara tevlîbûna Komeleya Niştimanî ya Sûrî bo Meclisa Sûriya Demokratîk, tekezî li ser yekîtiya gelên Sûrî ye, û giringiya herêma Rojhilatê Firatê wekî perçeyekî ji Sûriya yê ye, û divê proseya siyasî hay ji hêzên siyasî yên niştîmanî yên li herêmê hebe, û cihê wan yê rasteqîn bide wan.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk, Riyad Dîrar, destnîşan kir ku tevlîbûna Komeleya Niştimanî ya Sûrî nava “MSD” qonaxek pêşketî ye di dayîna wêneyekê de ji bo hemî hêzên siyasî yên heyî ku sûrî dikarin xwe bikin yek û helwestên xwe ber bi hevûdu bikin da ku bigihêjin armanca hevbeş, ya yekirina hêzên demokratîk e.
Dîrar berdewam kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk amadekariyan dike, ku konferansekî berfireh bo hêzên Opozisyona demokratîk pêk bîne, piştî bidawîbûna çend rêze komxebatên diyalogê ku li çend paytext û bajarên Ewropî hatine li dar xistin, û ti alternatîfeke din tune ye ji bo bidestxistina lihevhatineke niştîmanî û ji holê rakirina nêzîkatiyên ku xizmetê ji çareseriya niştîmanî re nake.
Hevserokê MSD’ê, dîsa tekez kir ku ew di Meclisa Sûriya Demokratîk de, ji bo Sûriyê dixebitin, û xetereyek ji bo tu kesî nînin û li ser bingeha rêzgirtina du alî û rêgezên cîrantiya baş digerin ku têkiliyên baş bi welatên cîran re çêbikin.
Dîrar” got ku pêdivî ye, çek ne bi armanckirina rijandina xwîna Sûriyan be, lê li ji bo ku Sûriyan biparêze li dijî teror û tundrewiyê, û xwe bigihîne Sûriyeke dûrî terorê, dagirkerî û zordariyê.
Hêjayî bibîrxistinê, Komeleya Niştimanî ya Sûrî, di Êlona 2014’an de, projeya xwe ya niştîmanî ragihandibû, wek rêxistineke siyasî ya ku ji “Koma kar ya Qurtuba derket û tê de hejmarek kesayetiyên siyasî ji navçeyên cûda û pêkhateyên Sûriyê yên cida cuda pêk tê, û nûnerên wê beşdarî komxebatên diyalogê bûn, yên ku ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk li gelek paytextên Ewropî ve di sala borî de hatibûn saz kirin.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk
18’ê hizêranê, 2020

Follow Me