Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk, bi beşdariya saziyên jinan di partiyên siyasî û saziyên sivîl de workşopek (komxebatek) bi navê “Jin û Beşdariya Siyasî” organîze kir.
Komxebat li ser çend babetan mijûl bû, bi taybet li ser astengî û zehmetiyên ku beşdarbûna çalak a jinan di jiyana siyasî de sînordardar dike.
Endama Ofîsa Jinê “Hena Mihemed Elî” di derbarê serdema ku desthilatdaran bi zorê jin dûrdixistin û bê rolkirina wan di girtina biryarên sîyasî de, bi vî rengî beşdariya wan di warên cuda yên jiyana giştî de sînordar kir.
Ji aliyekî din ve, “Mihemed Elî” balkişand ser bandora jinê di proseua siyasî de û rola pêşengiya wan di pêşkeftin û pêşketina civakan û pêşveçûna wan de.
Di vê çarçoveyê de, pêdivî bû ku li ser ezmûna ofîsa jinê di Meclisa Sûriya Demokratîk de û rola wê di hêzkirin û teşwîqkirina jinan de ji bo beşdarîkirina di jiyana siyasî û biryardanê de, biaxivin,
bi heman rengî bi beşdariya wan di warên din ên jiyana giştî de, piştî serkeftin û bandora beşdarbûna wan di aliyê leşkerî de di nav Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de ku teror û edyolojiya tundrew têk bir, herwiha ew hişmendiya kevinperest, piştî krîza Sûriyê li ser jinê bû, guhert.
Di nav wê Komxebatê de, gelek tevlîbûn û nerîn ji aliyê beşdaran ve hatin kirin, herwiha pesn hat dan li ser rola Ofîsa Jinê di Meclisa Sûriya Demokratîk de, di xurtkirina jinan û bilindkirina hişmendiyê di warên çanda siyasî de û aktîfkirina rola wan di jiyana giştî de.
Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk
16’ê hizêranê, 2020