Meclîsa Sûriya Demokratîk

Turkiyê ji guhartina demografîk ber bi sepandina û bikaranîna dirava xwe li Bakurê Sûriyê

 Li gorî çalakvanan, dewleta Turkiyê kar dike ku hêdî hêdî lîreya xwe bikar bîne, ta ku mûçeyên meclîs û saziyên sivîl di nav bajar û bajarokên dahîrkirî ji aliyê dewleta Turk be û çeteyên girêdayî wê.

Ev yek jî, piştî hatina gihîştina miqdarek ji  lîreya Turkî bo Idlibê di nav şaxên Midûriyeta Giştî ya Posta “PTT” de, ji bo amadekariyên bikaranîna wê li şûna lîreya  Sûriyê. Ev miqdar ji Lîreya Turkiyê gelek cure pereyên hûr di nav xwe de digire, mîna 1lîre, 5 lîre, 10 lîre û 20 lîre ta ku li bazaran bê bikaranîn bi riya Banka Şam li gundewarê Idlibê, ev bank jî koma bi navê desteya rizgariya Şamê di hizêrana 2018’an de damezirandibû, ev yek jî li gorî torên medyayî yên çeteyên Turkiyê .

 Projeya bikaranîna dravaTurkiyê li Idlibê hat, piştî erêkirina Hikûmeta Sûrî ya demkî ya girêdayî Hemahengiya Sûrî û meclîsên zwecihî yên li herêmê,  û şûna lîreya Sûrî, ya Turkî be, û wek gavek yekem bo bicihanîna projeyê, dana mûçeyên karmendên di hemî saziyan de bi lîreya Turkî.

Tê texmîn kirin ku bazirganî bi lîreya Turkî dê di nav çend rojên pêş de bikar were, piştî destpêkirina hebûna pereyên hûr ji drava Turkî wekî alternatîf ji lîreya Sûrî re, di danûstandinên kirîn û firotanê de dest pê bike, ku di dema dawî de li hember dolar gelekî daketiye, ji ber nêzîkbûna pêkanîna Qanûna Qeyser.

Jêderên herêmî jî berî demekê di vê hefteyê de, tekez kiribún ku hin saziyan dest bi bikaranîna lîreya Turkî kirine bo buhayê fatoreyên elektrîk, enternêt û zêr ta nirxê nan jî li hin herêman .

 

Lîreya Sûrî di demên dawîn de rekorek nizm li hemberî dolarê Emerîkî tomar kir, hilweşîna nirxê lîreya Sûrî jî hevdembû bi  biha ya nirxên lel û pel û madeyên bingehîn yên pêjiyanî û dermanan, di demekê de ku raporên aborî eşkere kirin ku zêdetirî 82% ji Sûriyan li jêr xeta hejariyê dijîn.

Bajarê Efrîn û gundewarên wê û gundên derdorê di rewşek xizanî û jiyanek hejarî nizim de derbas dibin, herwiha herêm di rewşeke dijwar de ye ji bilindbûna buhayê  kel û pelan .

 Ji bilî binpêkirinên domdar ên li dijî sivîlan, dagirkeriya Turkiyê û çeyeyên wê li ser guhertina demografîk li herêmê xebitîn, li kêlek revandin û diziyên rojane, ku li bajarê Aştiyê yê Efrînê kaws û terorê pêk tînin.

Follow Me