Meclîsa Sûriya Demokratîk

Komîte û raporên navdewletî: Turkiye wêrankarî û tundutûjiya civakî li dijî kêmnetewên olî li Sûriyê dike

Komîteya Emerîkî ya Ji bo Azadîya Olan li Cîhanê rûniştinek guhdarîkirinê bi riya enternêtê organîze kir, û tê de mêvandariya pisporên herêmî yên navdar kir, da ku gengeşe bikin li ser radeya rêzgirtina  azadiya olî li herêmên Sûriyê yên ku ji hêla Turkiyê ve hatine dagirkirin.

Nadine Mayenza, cîgira serokê Komîteya Emerîkî ya Azadiya Olan li Cîhanê, ji çavdêrên navdewletî û saziyên serbixwe re ragihand ku herêmên Sûrî yên ku ji hêla Tirkiyê bi sê operasyonên leşkerî ve hatine dagirkirin, bûne şahidê binpêkirinên giran lidijî azadiya olî, nemaze ew deverên ku bi ciyawaziya etnîkî û olî têne naskirin.

Mayenza” wêneyek reş ji herêmên di bin dagirkeriya Turkiyê de li Bakurê Sûriyê  kişand, “û diyar kir ku pêşîn, sivîl têne kuştin yan jî neçar man ku birevin,” wê zêde kir, û got ku deverên ku ji hêla Turkiyeyê ve hatine dagirkirin si warê olî û etnîkî de cihêreng in, ku ew bi xwe cîwarê pêkhateyên cûda ne, mîna xiristiyan, êzîdî, kurd, ereb û hwd .

Di derbarê binpêkirinên ku di bin çavên hêzên Turk de pêk tê, Mayenza got ku Turkiye û hêzên ku piştgiriyê jê werdigirin li Sûriya “şertên pir dijwar li ser xelkê ferz kirin, bi zorê hiştin ku jin serê xwe binixumînin, û êzîdiyan misilnan dikin, tevî gelek kiryarên din dikin wekî qirkirineke etnîkî .

Ji aliyekî din ve, Rêxistina Çavdêriya Jînosaydê (qirkirina komî ), di raporeke xwe de, di 9ê Hezîranê de,  dersînorkirina nişteciyan li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Turkiyê de wek tawanek li dijî mirovahiyê pênase kir.

Di raporê de hat eşkere kirin ku li dijî sivîlan, tawanên hovane yên dijî mirovahîyê hatine kirin ji alîyê hêzên Turkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê.

Herwiha bajarên Kurdan hatine bombebarankirin û hilweşandin, hinek jî bi fosfora spî, ku ev sûcekî şer e.

Bi sedan sivîl hatine darve kirin, jinên kurd û êzîdî hatine revandin bi mebesta bikaranîna cinsî,” û bi sedan Kurd têne işkence kirin di zindanên taynet yên nehênî.

” Rapora rêxistinê amajê pê kir, derbarê destdanîna ser mal û milkên nişteciyên herêmê yên kurd ji bo teslîmkirina wan bo hezaran penaberên ereb ên Sûrî, yên ku ji hêla Turkiyê ve hatine bicîkirin.

Raporê lê zêde kir ku, “pir xiristiyan û êzîdî reviyane Ewrûpa an herêma Kurdistana Îraqê ji ber ku Turkiye bi darê zorê bi hezaran sivîl ji malên wan koçber kirine, û sûcên qirkirinên etnîkî, olî û demografîk li Bakurê Sûrî têne kirin.

Berpirsa Komîteya Emerîkî ya Azadiya Olan li Cîhanê” Mayenza ” got ku hikûmeta Turkiyê dest bi pêvajoyek mezin a endezyariya demografîk li herêmê dike û zorê dide penaberên Sûrî yên li Turkiyê da ku biçin herêmên ku ji ew jê nehatine.

Rapora Komîteya Emerîkî ya Azadiya Olan li Cîhanê li hevdem bû ligel Rapora salane ya Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ya sala 2019 di derbarê Azadîya Olî li Cîhanê.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Mayk Pompyo civîneke çapameniyê ligel weşandina raportê lidarxist, dîtin ku “şertên azadiya olî li Turkiyê aloz dimîne, bi domandina polîtîkayên hukûmetê yên sînorkirî û destwerdayî yên li ser pêkanînên Olî berdewam in, û wî daxuyand ku zêdebûnek berbiçav di bûyerên wêrankarî û şîdeta (tundutûjiya civakî ) de li dijî kêmnetewên olî.

Turkiye, tek welat e ku ji hevpeymaniya Bakur ya Etlesî ( NATO ), di nav lîsteya çavdêriya taybet a ku ji hêla Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî ve hatî damezirandin .

Ew di vê salê de dîsa ji bo tevlêbûna wê di binpêkirinên giran ên li dijî azadiyên olî de, ku çav jê girtiye, li gorî qanûna azadîya olî ya navneteweyî hat.

Di salên dawî de, li Turkiyê û herêmên ku ew dagirkirine, azadiya olî her ku diçe xirabtir dibe, ev jî bi nirxandina Komîsyona Federal a serbixwe ya taybet bi erkdariya çavdêriya azadiya olî û baweriyê ji derveyî dewletên yekbûyî yên Emerîka ve hatî destnîşankirin.

Follow Me