Meclîsa Sûriya Demokratîk

Seroka Meclisa Rêvebira MSD’ê ligel saziyên sivîl li Helebê dicive

Seroka Meclusa Rêvebura Meclisa Sûriya Demokratîk, “Îlham Ehmed”, di çarçoveya geşta xwe ya serdana bajarê Helebê bi hejmarek saziyên sivîl û komên civakî re civiya.

Îlham Ehmed” li gel malbatên şehîdan li taxa Şêx Meqsûd cuviya, û pesnê rola mezin a zarokên wan di parastina herêmê de ji terorê û parastina yekpariya welat û axa welat kir.

Herwiha bal kişand ser kiryarên dewleta Turk û çeteyên wê ji wêranî, kuştin, dizî û wêrankirina goristanên şehîdan, ku ji malbatên wan re pir girîng in, û bikaranîna şêwazên herî xirab ên êşkenceyê li dijî mirovan.

“Ehmed” tekez kir ku divê em wefadar bin bi xwîna şehîdan ta bidawîkirina zordariyê û rizgarkirina axên dagirkirî û avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk, dûrî nijadperesî û cûdawaziyê û rêzê li pirrengiyê bigire.

Di çarçoweyeke din de, Seroka Meclisa Rêvebir bi hejmarek bijîjk, dermansaz, pîşesazan re civiya, û di derbarê pirsgirêkên li welêt rûdidin di dema têkçûna nirxê dravê Sûrî û nêzîkbûna pêkanîna yasaya cezaya aborî de , axivî.

“Ehmed” destnîşan kir ku gelên Sûrî êşê dikşînin ji encamên siyaseta hikûmeta navendî ya li Şamê û pejirandina wê vebijarka leşkerî di derbarê daxwazên gel de, ti rêz negirt ji destpêşxeriyên gotûbej û danûstendinan yên MSD’ê ku gingaz bû rewşa wekat negihîştiba vê astê .

Herwiha pesnê rola karmendên bijîjkî di danûstandinên bi nexweşiyê re di dema krîza pandemî ya Corona de da û ji wan xwest ku alîkariya gel bikin û alîkariyan peyda bikin, û da zanîn ku jiyana kesayetî ji ya mirovan her tiştekî din hêjatir e .

Seroka Meclisa Rêvebir ya MSD’ê Îlham Ehmed”, di dawiya hevdîtina xwe de bang li her kesî kir ku berpirsiyarîû hemahengiya xwe hildin da ku welat bikare vê qonaxê, di warên siyasî, aborî û civakî de, derbas bike.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

9’ê Hezîranê 2020

Follow Me