Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed ji Helebê: Alozî Sûriyan dorpêç dike, û çareseriya wê hewildanên hevrêziya hemiyan pêwîst dike

Seroka Meclisa Rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk “Îlham Ehmed” vê sibehê bi hejmarek partiyên siyasî, saziyên sivîl, û komele û jinan re civiya li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê .

“Îlham Ehmed” axivî li ser geşedanên siyasî û guhertinên ku di qada Sûriyê de diqewimin, herwiha li ser rola aliyên herêmî û navdewletî di çareserkirina aloziya Sûrî de, û rêbazên gihîştina çareseriyeke siyasî jib o bidawîkirina aloziya ku sûriyan di encama wê de gelek zirar dîtin.

Li ser alozbûna rewşa aborî û daketina nirxê dravê Sûrî, “Ehmed” hukumeta navendî li Şamê berpirsiyar kir ku bû sedema vê rewşê, ji ber siyaseta wê di vebijarka leşkerî û redkirina wê ji destpêşxeriyên danûstendinên cidî yên niştîmanî, ku bibe rêyek e derketin û çareseriyê ji rewşa  parçebûna aliyên Surî.

Seroka Meclisa Rêvebir ya MSDê ji beşdarvanan re dubare piştrast kirina MSDê kir li ser riya niştîmanî ya ku vekiriye li ser hemî însiyatîfên ku dê guhertinê bike ji dewleta zordar ber bi sîstemeke nenavendî demokratîk ku Sûriyê ji hewldanên bindestiyê diparêze û rewşa dawî ya dagirkeriyê bi dawî dike .

Ehmed” got ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di vî warî de kar dike ji bo kêmkirina bandora birçîbûnê ji encama têkçûna nirxê dravê Sûrî bi nêzîkbûna sepandina  cezayên Amerîkî li dijî rêjîma Sûrî, bi avakirina komîteyên taybet ku peywira wan xwendin û şopandina planên rêveberiyê ye ji bo baştirkirina rewşa jiyanê ji niştecîyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û penaberên ji deverên din re ku jimara wan bi sed hezaran e.

Ehmed axaftina xwe berdewam kir derheqê rewşa trajîk ya niştecîyên herêmên dagirkirî yên Sûrî ji hêla dewleta Tirk ve, bi taybetî li Efrîn, devera ku behsa binpêkirinan zêde dibe û agahdarîyên ku hatine der barê armanckirina jin û kal û pîran  û domandina dewleta Tirk bi riya çeteyên xwe ji bo tirsandina xelk, û koçberkirina yên mayî da ku projeya cîbecîkirina dagîrkeriya xwe ji bo guhertina demografiya herêmê û nasnameya wê ya dîrokî ji hole bê rakirin .

Îlham Ehmed” ronî avêt ser destpêşxeriya Fermandarê Hêzên Hêzên Sûriya Demokrat – QSDê ji bo yekrêziya gotar û rêza kurdî li Sûriyê û ev pêngav ji bo giştî Sûrîyê girîng binav kir, û destnîşan kir ku ev yek wekî berdewamiya rêbaza Meclisa Sûrîya Demokratîk di banga pêwîstiya bi diyalog û danûtendinê kir da ku hemû pirsgirêkan çareser bike û bigihêje çareseriyeke dawîn û berfireh ji aloziyê re li welat.

 Di çarçoveyek têkildar de, “Îlham Ehmed” di Forma Çandî ya Helebê de bi hejmarek ji rewşenbîran re civiya, û tekez kir di derbarê serpereştiya Meclisa Sûriya Demokratîk li ser beşdarbûna hemû aliyên Sûrî, nemaze rola rewşenbîran, di avakirina çareseriyeke berfireh û dawîn ji krîza Sûriyê re .

Seroka Meclisa Rêvebir bang li rewşenbîran kir da ku rola xwe ya bibandor di eşkerekirina kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyê de bilîzin û hişarî da gelê Sûrî jib o rûbirûbûna hewildanên welatên herêmî, di serî de Turkiyê di der bare bikaranîna ciwanên Sûriyê da ku sûdê werbigire û wan bavêje nav şerên ku di xizmeta pilanên berfirehbûna Turkiyê li herêmê .

Di dawiya civînê de, nivîskar Muhemed Emîn kopiyek ji pirtûka xwe ya belgefîlm a li ser Taxa Şêx Meqsûd di bin sernavê “Kela Berxwedanê” pêşkêşî “Îlham Ehmed” kir û spasiya hewildanên wê yên berevaniya di ber doza Sûrî û Sûriyan de .

 Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

7ê Hizêranê 2020

Add comment