Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed ji nişteciyên Efrîn û Şehbayê re : çareseriya aloziya Sûriyê bi rizgariya tevaya xaka dagirkirî re derbas dibe

Seroka Meclisa rêvebir ya MSDê Îlham Ehmed doh roja Înê ligel komek ji partiyên siyasî û kesayetiyên civakî li herêmên Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafîn li Herêma Şehbayê li gundewarê Bakurê Helebê civiya .

 

Seroka Meclisa rêvebir ya MSDê Îlham Ehmed axivî li ser rewşa siyasî li Sûriyê û pêşveçûnên wê di demekê de ku ti asoyên çareseriyeke giştî û dawî peyda nabin ji aloziya ku derbasî sala xwe ya dehemîn dibe, di rewşekê de ku astengiyên gelê Suriyê bi hemû pêkhateyên wê dijwartir dibe .

Îlham Ehmed sedemên aloziya Sûriyê û dirêjkirina wê diyar kir ku ji ber belavbûn û parçebûna aliyên Sûrî û jidestdana biryara wê û girêdana bi aliyên herêmî û navdewletî, yek ji sedemên sereke bû ji alozbûna êşa sûriyan .

 

Ehmed berdewam kir û got, rola neyînî ku hin welatên herêmî û navdewletî lîstin di serî de Turkiyê, aloziya welêt kurtir kir, Turkiyê ku destê wê dirêje di doseya Sûriyê de, destwerdanê di çarenûsa bi milyonan xelkê Sûriyê dike û demdgrafiya herêmê diguherîne bi siyaseteke dagirker û dijminane li dijî gelê Sûriyê .

 

Di heman demê de, Seroka Meclisa rêvebir “Îlham Ehmed”, piştrast kir ku çi çareserî ji aloziyê re hebe, pêwîst e bi rizgarkirina tevaya xaka Sûrî re derbas bibe, nemaze yên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagîr kirin wekî (Efrîn – Serê Kaniyê – Girê Spî – Bab – Izaz – Cerablus), herwiha destwerdanê neke di herêma Idlibê de.

 

“Ehmed” got ku rejîm berpirsiyariya herî mezin li ser wê dikeve di derbarê alozkirina rewşa Sûriyê de, ji ber redkirina wê ji çareseriya sîyasî re ji destpêka aloziyê û karanîna wê ji tundûtûjî û nêzîkbûnek leşkerî ji bo tepisandina daxwazên gelê Sûrî bo guhertin û demokrasiyê.

 Ballişand ser rewşa Efrînê û binpêkirin û tawanên ku bi destê çeteyan bi piştgiriya Turkiyê hatiye kirin, li dijî jin û nişteciyên Efrînê, bi mebesta guhertina demografiya herêmê û dagirkeriya wê.

Wê gazî welatiyan kir ku li ser lîstikên ku Turkiye dike baldar û hişyar bin, û got pêwîst e ku van lîstikan ji raya giştî re eşkere bikin û Efrîn ji bîr nekin, ji bee jibîrkirin tê wateya xiyanet.

“Ehmed” got pêwîst e ku yekîtiya hewldanên Demokratên Sûrî û avakirina lihevkirinek ku çarçeveyên teng derbas dike û hevkom bike da ku berpirsiyariya xwe di derheqê tiştên ku li Sûrîyê diqewime û rê û rêbazên parastina yekîtiya Sûriyê bi gel û axa wê pêk bîne.

 

Di çarçoveyek têkildar de, “Ehmed” behsa xirabkirina rewşa aborî li wî welatî kir, ku êşa sûriyê zêde dike ji ber ku piraniya nebûna hewcedariyên jiyanek birûmet, nemaze xelkên koçber ên Efrînê û nişteciyên devera Şehbayê, ku bi sed hezaran mirov li kampên koçberan dijîn.

Seroka Meclisa Rêvebir ya MSD’ê encamên texmînkirî ji ber bicihanîna yasaya Qeyser ya cezayên aborî li ser hukûmeta navendî li Şamê, nirxand, û ew ji ber  serdemên berdewamiya Şamê di siyasetên xwe de ku hiş rewş li wî welat bigihêje vê astê binavkir.

Ev civîn di çarçoveya serdana Seroka Meclisa Rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk “Îlham Ehmed” hat bo herêma Şehbauê li gundewarê bakurê Helebê da ku bi saziyên sivîl û partiyên siyasî re bicive.

 

 Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

  6’ê Hezîranê 2020

Add comment