Komek ji partî û rêxistinên siyasî li Efrîn û Şehbayê, binpêkirinên dewleta Turkiyê û çeteوkirinên dewleta Turkiyê û çeteyyên wê li Efrînê bi daxuyaniyakê şermezarkirin, daxuynî îro li kampa Elewda ya navçeya Şêrawa hat xwendin .
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku ti cudahî di navbera kiryarên Turkiyê û çeteyên wê di derheqê jinan de ,herwiha rêxistina terorîst ya DAÎŞê li Şngalê tune ye .
Partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de, ji civaka navdewletî daxwaz kirin ku bi berpirsiyariya xwe rabe û fişarê li Turkiyê bike da ku ji her devera dagîrkirî ji axa Sûriyê vekişe û vegera bi ewle ji nişteciyên resen re misoger bike .
Herwiha partiyên siyasî daxwaza avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navdewletî kirin, taybet bi tawanên cengê û koçberkirina bi zorê ji Efrînê û herêmên din yên dagîrkerî ji axa Sûriyê û lêpirsîn bê kirin di derbarê tawanên guhertina dîmografî ku ne ligorî yasayên navdewletî ye .