Meclîsa Sûriya Demokratîk

Riyad Dîrar: MSD’ê li ser riya xwe berdewame, û ji bilî yekîtiya hêzên demokratîk ti alternatîf tune ye

“Riyad Dîrar”,  Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk – MSD’ê, tekez kir ku ew berdewam in di projeya xwe ya siyasî de ku xwedî mekanîzme ye ji bo veguheztina ji dewleteke zordar ber bi sîstemeke nenavendî demokratîk, ku parastina yekparçeya axa Sûriye û yekîtiya gelê wê û mafên pêkhateyên wê bi awayekî destûrî diparêze.

“Dîrar” di hevpeyvînekê de ligel ofîsa Ragohandina MSD’ê, di derbarê rewşa parçebûnê ya ku bandor li rikberiya Sûriyê kiriye û pirjimarbûna referansên wê û windakirina rol û nirxê ku gelê Sûrî di destpêka aloziyê de daye wan axivî.

Gelek kombûn ji çalakiyên rikberiyê derketin û bûn gelek platform; Hemû beşdarî damezrandina Desteya Danûstendinê bûn û diviyabû ku kêşeya Sûrî di ser her berjewendiyê re pêşkêş bike, û ji bo çareseriyê û beşdariya hemiyan bê cudahî û dûrxistin rê bide.

Hevserokê MSD’ê destnîşan kir ku ew hewil didin bi hemî platform û hêzan re danûstandin li gel wan bêne kirin, da ku bigihêjin lihevkirinekê ji bo xizmeta doza Sûriyê.

“Dîrar” lê zêde kir ku ew di Meclisa Sûriya Demokratik de hatin dûrxistin di beşdariya komîteya danûstendinê û komîteya destûrî de,an rêçikên din ji ber hin sedemên navxwe û ji ber destwerdan hin welatan.

Di derbearê hevdîtina çaverêkirî ligel desteya danûstendinê ya Sûriyê, hevserokê MSD’ê tekez dike ku eger MSD’ê beşdarî amadekirin û encamên wan civînan nebe, ewê ne pabendin bi encamên derketina wan ku MSD’ê ji wan hatiye dûrxistin, di demekê de ku em naxwazin ev rikberî wêneyeke din ji rêjîma zordar be.

“Dîrar” diyar kir ku ew di Meclisa Sûriya Demokratîk de, platforma Sûrî ya ku ji hundur tê de dixebitin û bi hêzên demokratîk re dicivin da ku ev platforma Sûrî mafê rol û hebûna xwe di hemî biryar û çalakîyên ku bandorê li çareseriya Sûrî dike bistîne.

Wî berdewam kir ku hêza tekane ya rêxistinkirî li tevaya Sûriyê, MSD’ê ye, ku bi hemî hêzên demokratîk re dicive da ku platforma xwe ava bike ji bidestxistina hemû maf û destkeftiyên pêşerojê bike û karibe şerê rasteqîn yê Sûriyê qezenc bike.

Dîrar herwiha got ku forma demokratîk ya ku ew hêvî dikin dê misoger be ji bo rûbirûbûna hişmendiya şovînîst ya netewperest ku hewl dide xwe ferz bike, digel vê zîhniyeta olî ku di encamê de hewl dide ku xwe wekî saziyekê saz bike.

Riyad Dîrar, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mekanîzma ku sazîyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bikaranîn, sîstemeke nenevandî demokratîk e ku hewl dide mafên hemû pêkhateyan bi dest xwe bixe û wan bi makezagonî bide nas kirin û ta ku erêpêdan bi rikberiyê bi awayekî yasayî û qanûnî bê kirin, ku bibe hêzek sererast û rûbirûbûna şaşîtiyan bi rexneyan bike, herwiha rola xwe ya yasayî bilîze di her guhertineke paşerojê de, bi riya hilbijartinên yasayî û rasteqîn.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

 

3’ê hizêranê, 2020

Follow Me