Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ofîsa Têkiliyên Giştî li MSD’ê .. Hewldanên domdar ji bo komkirina hêzên opozîsyona demokratîk

Piştî zêdetirî sê mehan ji hevdîtinên ji hev dûr (online) bi riya teknolojiya vîdyoyê ji ber sedema derketina nexweşiya Corona, îro civîna yasayî ya Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk hate li dar xistin, û di rojeva wê de yekrêziya hêzên demokratîk yên Sûrî ber bi nûnertiyek çalak ji civaka cihêreng ye Sûriyê re.

Civîna ku li baregeha MSD’ê ya bajarê Qamîşlo hate li dar xistin, bi amadebûna hevserokê ofîsa têkiliyên giştî “Cîhad Omer” û endamên ofîsê ji navçeyên cihêreng ên hundirê welêt û bi rêya teknolojiya vîdyoyê ji nûnertiyên MSD’ê li Waşinton, Qahîre, herêma Kurdistana Iraqê û Ewropayê, herwiha bi amadebûna hevseroka MSD’ê “Emîna Omer” jî birêveçû.

Civîn bi guftûgoyekê li ser qada siyasî û geşedanên wê li Sûrîyê û nîgarên bûyerên herêmî û navneteweyî yên li ser doseya Sûriyê û qeyrana kûrkirina li wî welatî berî neh sal derbasbûyî, dest pê kir.

Civîn di heman demê de li ser gelek pirsgirêkên ku bi gelemperî ji Sûryê re rû bi rû ne, bi taybetî di demên dawîn de, girjiya qeyrana aborî û daketina nirxê drava Sûrî hate gotûbêj kirin, ji aliyê xwe ve hevseroka MSD’ê “Emîna Omer” tekez kir ku pêwîst e jibo kêmkirin û rizgarkirina gelê Sûrî ji paşma û bandorên mimkun ên pêkanîna zagona Qeyser ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Emerîka dijî hukûmeta desthilatdar li Şamê.

Ji aliyekî din ve, di civînê de bi awayekî berfireh gotûbêj hat kirin li ser komkirin û berhevkirina opozîsyona demokratîk, ku yek ji encamên derketina rêze karên diyalogê ye, ku di demên cûda de li çend paytext û bajarên Ewropî hatine li dar xistin, bi berfirehî hate gotûbêj kirin.

Li ser vê yekê, hevserokê ofîsa têkiliyên giştî, “Cîhad Omar”, got: Meclisa Sûriya Demokratîk ji rêça berhevkirina blok û hêzên demokratîk ne hatiye dûr xistin û yekkirina hewildanên wê ber bi gihîştina guhertin û veguheztuna demokratîk a xwestî ve biçe.

Di çarçoveyek têkildar de, civînê di qonaxa yekemîn a diyaloga hêzên Kurd û partiyên li Sûriya de bilind nirxand, wekî bersiv ji destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê hêzên QSD’ê “Mezlûm Ebdî” ve, ku di Cotmeha sala borî de hatibû ragihandin.

Di civînê de herwiha çalakiyên Ofîsa Têkiliyên giştî li hundir û derveyî welat bi navgîniya ofîs û nûnerên wê ve hat nirxandin, û tekezî hat kirin li ser pirkirina civînên dîplomatîk jibo ronîkirina projeyê MSD’ê  û nêrîna wê ji bo çareseriyê û bi dawî anîna rewşa dagirkeriyê ji axa Sûriyê re, nemaze dagirkerê Tirk, ber bi Sûriyeke nenavendî demokratîk.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

1’ê Hizêranê 2020

Add comment