Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ofîsa jinê bang li civaka navdewletî dike da ku parastina jinan li Efrînê ji terora dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bike

Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk a Sûriyê, bi riya daxuyaniyekê, ji civaka navdewletî, saziyên parastina jinan, rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan li cîhanê daxwaz kir, Ji bo parastina jinê li Efrînê û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê û tevahiya axa Sûriyê rola xwe bilîzin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku bûyerên vê dawiyê ku li Efrînê qewimîn û eşkerekirina binçavkirina bi dehan jinan ji aliyê komeke çekdar ku bi Tirkiyê ve girêdayî ye, sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî niştecîhên mayî yên li Efrînê dike, bi taybet li jinan hatine kirin, berçav dike.

Di daxuyaniya xwe de, Ofîsa Jinan ya MSD’ê  daxwaz kiriye, komîteyek navdewletî ji bo lêpirsînê were avakirin, û tawanbarên berpirsiyar di derheqê jinên Efrînê de siza bike û ji bo dadgehên navdewletî werin darizandin.

Daxuyaniyê wiha destnîşan kir:

“Dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Sûriyê re, li Izaz, Bab, Cerablus, Idlib, Efrîn, Serê kaniyê û Girê spî hemî zagon û yasayên navneteweyî binpêkiriye, û siyaseta Tirkî kirinê li van hemî deverên Sûriyê meşandiye, herwiha gendelî, fewdalîzm, hilweşandin û şîddet li her derê û sûc û tawanên dijî mirovahiyê korine.

Li Efrînê, dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê siyaseta qirkirina etnîkî, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk dimeşînin, û bi taybetî jin kirine armanc ku îradeya jinê bişkînin û wan kole bikin, ji ber ku ew li dijî pîlangeriyên berfireh û dagîrker û planên wan radiwestin.

Jinê, berê jî û niha di her wextê de, di tekoşîna şerê rêxistinaDAÎŞ’ê, dagirkerê tirk û çeteyên wê de, xwedî roleke berbiçav e.

Jina Sûrî, roleke sereke lîst, di hemû asta de, nemaze di warê siyasî û rêveberî de, herwiha rola wê ya çalak di warê rêxistinî de, ji ber vê yekê, dagirkerê tirk û çeteyên wî ji destpêka dagirkirina axa Bakurê Sûriyê ve, ew armanc kirin.

Bûyerên vê dawiyê yên ku li Efrînê qewimîn, bi taybetî pevçûnên ku di navbera komên çete yên bi dewleta Tirkiyê ve têkildar bûn, aliyekî din ji êşên jinên Efrînê rave kir û ji me re hovîtiya Tirkiyê û çeteyên wê di işkence kirin û têkiliyên bi girtiyan re eşkere kir, ku bi dehan jinên Efrînî di rewşek destdirêjî de hatin dîtin û ew rastî cûreyên cuda hatin ji işkenceyên tund û tûjiyê, nemaze laşî, cinsî û derûnî.

Em wekî Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk -MSD’ê ; Em bang li civaka navdewletî, rêxistinên parastinê û azadiya jinê û hemû rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan dikin ji bo parastina jinê  rola xwe bilîzin.

Em herwiha daxwaz dikin ku pêwîstî bi dawî anîna dagirkeriya Tirkiyê û derxistina çeteyên wê heye, herwiha misoger kirina vegera bi ewle ya nişteciyên resen û damezrandina komîteyeke lêpirsînê ji aliyê  Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Navdewletî ve Ji bo lêpirsîna sûcdar û berpirsiyarên van sûcên li Sûriyê têne kirin siza bibin û piştgiriya pêwîst ji bo parastina jinê were pêşkêş kirin. “

Follow Me