Komek ji rêxistinên mafnasî, sivîl û yên medyayî, bangek lezgîn ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî yên têkildar re kirin da ku dawî li kiryar û pêkanînên komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyê li herêma Efrînê ya Sûriyê bînin.
Di nivîsa wê bangê de:
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, birêz Antonyo Guterres
Xanim Mîşêle Başîlêt, Komîsera Bilind a Mafên Mirovan
Rêzdar Pawlo Piniro, Serokê Komîsyona lêpirsîn û lêkolînên taybet bi Sûriyê
Piştî ku binpêkirin û tawanên dijî sivîlên bê çek li herêma Efrînê gihîşt astek gelekî dijwar û nebaş û dest pê kir ku zirarê bide wan bi rûmetiya mirovî, bêyî rêzgirtina ji yasayên asmanî û rewşa kolektîf ji hêla grûpên çekdar yên Sûrî ve ku dezgehên slaoxgerî û istixbaratî yên Tirkiyê dest bi pêkanîna hemî qedexeyan kirine, li dijî niştecîhên Efrînê yên Kurdên Sûriyê, jin û mêr, pîr û zarok, bi armanca ku wan bi darê zorê û neçar ji malên wan derbixin û koçber bikin ji bo ku pilanên Tirkiyê temam bikin da ku demografiya herêmê biguherînin û nasnameya wê û taybetmendiya wê ya kurdî ji holê rake.
Piştî rakirina perdeya ser cînayetên şerm ku ji hêla wan komên çete ve hatine û tên kirin, nemaze li dijî keç û jinên Kurd, û tawanên kuştina bi mebest û dubare li dijî kal û pîran li wir hatine kirin, herwiha eşkere kirina hejmareke jin ku bi neheqî hatine revandin û ji demek dirêj ve di zindanên binçavkirinê yên koma Elhemze de doh ji hêla rûniştevanên Xota û koma bi navê Ehrar El-Şam de hatin qewirandin û kontrol kirin, û ew di rewşek xirab û şertên dijwar de, ku ji hêla yasa, zagon, adet û nirxên civakê ve natên pejirandin.
Ji ber vê yekê em, rêxistinên sivîl û hiqûqî yên li jêr îmzekirine, bi lezgînî ji we re dibêjin
Pêwîstiya damezrandina komîteyekê ji bo lêkolîn û lêpirsîna rastiyên têkildarî tawan û binpêkirinên li Efrînê û deverên din ku ji aliyê Tirkiyê ve rojane hatine û têne kirin, bi mebesta belgekirin û ragihandina wan ji rayedarên navdewletî yên têkildar re, da ku dawî li van tawanan bîne û berpirsyarên wan siza bike.
Sepandina fişar û zextên zêdetir li ser Tirkiyê ji bo bicî kirina erkên xwe û pêkanîna berpirsiyarîyên xwe wek hêzek dagirker di peydakirina ewlehî û parastina sivîlan de.
Doz û daxwazîkirina Tirkîyê ku hebûna xwe ya serbazî ya neqanûnî li herêmên Sûriyê bi dawî bîne û derketina wê û çeteyên wê yên grûbên çekdar û daxwaz ji Konseya Ewlekariyê bike da ku wan deveran di bin parastina navdewletî de bike ta ku çareseriyek siyasî ya berfireh ji bo pirsgirêka Sûriyê re bê dîtin.
/29/5/ 2020
Îmzekar :
1- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan
2- Desteya Hiqûqnasiya Kurdî
3- Komeleya Parastina gelên di bin gefê de
4- Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD)
5- Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan (El-Rasid)
6- Navenda belgekirinê ya binpêkirinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
7- Rêxistina Mahabad ya Mafên Mirovan (MOHR)
8- Komeleya Parastina Mafên Mirovan li Avusturyayê(Nemsa)
9- Komîteya Parastina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF)
10- Navenda Lêkolîn ya Lêkolînên Hiqûqî û yasayî
11- Saziya Êzdîna ya Medyayî û hiqûqî
12- Navenda Sûrî ya ji bo Parastina Mafên Mirovan
13- Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF)
14- Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn
15- Toreya Efrîn Post ya nûçetan
16- Navenda Efrîn ya ragihandinê
17- Insîyatîfa Parastina Mafnasiyê – Sûriye
18- Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê
19- Rêxistina Mafên Mirovan li herêma Firatê
20- Komeleya Hêvî ya Kurdî – Belcîka