Alîkarê Nûnerê taybet yê Hevpeymaniya Navdewletî, Balyoz Wilyam Robak, peyamek ji MSD’ê re şand, tê de pîrozbahî li Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk bo cejna remezanê kir.
Di peyama xwe de, Balyoz Robak got ku cejna îsal tê di demekê de, di nav tevdîrên awarte li seranserî cîhanê ji ber derketina snexweşiya Corona, û destnîşan kir ku, tevî cûdabûna şahiyên pîrozbahiya cejna îsal, lê ew pê bawer e ku rihê şahiya cejnê dê xurt bimîne, û aştî û aramî ji bo gelê Sûriyê bi hemû pêkhatên wê, were bidestxistin.
Balyoz Robak tekez kir li ser berdewamiya dostanî û hevbendiya bi Meclisa Sûriya Demokratîk re, û got:
“Dema ku em pîrozbahiyên cejna rojiya pîroz werdigirin, em wate û nirxên hevaltî û qurbaniyê jê distînin, herwiha em domandina dostanî û hevkariya xwe bi hev re piştrast dikin û em bawer in ku di riya bihêzkirina hevbendiyê de, emê li ser hemû zehmetî û astengiyan biserkevin û pêşerojek baştir bo sûriyan ava bikin .
Hevbendiya navdewletî li dijî DAÎŞ’ê di havîna sala 2014’an de destpêkir, ku tê de zêdetirî 70’ê welatên herêmî û navdewletî hene, ligel Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di heyama pênc salan de, serkeftin li ser rêxistina terorîst DAÎŞ li Baxozê (gundewarê Dêra Zorê) di Adara sala borî de pêk anî, û ew bi hev re li dijî şanayên razayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dikin.
Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk
25’ê Gulanê, 2020