Bi boneya cejna remezana pîroz, em ji gelê Sûriyê û tevahiya cîhana misilman re silav û pîrozbahiyan pêşkêş dikin, Xwedê, cejna we bi xweşî, ewlehî û serfirazî derbaske .
Bi taybetî jî, em kur û şervanên xwe di nav Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de û di serî de malbatên şehîdan, pîroz dikin.
Em di vê boneyê de bang li hêz, partî û kesayetiyên sîyasî yên niştîmanî sûrî dikin ku berê xwe bidin berjewendîyên gelê Sûrîyê û bixebitin ji bo yekirina nerînan, û rakirina nakokî û parçebûna di navbera zarokên xwe de, û amadekirina zemîn û bingehên atmosfera diyalog, lêborîn û aşitî yê .
Herwiha em bang li gelê Sûriyê dikin bi hemî pêkhateyên xwe, rê li ber her hemû aliya bigirin, nemaze Turkiya Erdoganî, ku ciwanên Sûriyê di ejinde û berjewendiya xwe ya berfirehker de li deverê bikartîne, û em piştrast dikin ku cîhê guncaw ji bo ciwanên Sûriyê, ew e ku axa xwe ya Sûriyê li hember dagirkerî û amûrên wê biparêzin û beşdarî di pêşketin, geşedan û pêşvexistina welatê xwe de bikin.
Em hêvî dikin ku ev cejn dê bibe destpêka hilweşîna nexweşiya Corona û vegera jiyanê li sirûştiya wê li seranserî cîhanê, û ku her kes di nava tenduristî û ewlehiyê de be .
Her sala hûn bi xêr bin
23’ê Gulanê, 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk