Meclîsa Sûriya Demokratîk

Bi beşdariya MSDê, yaneya Helebê ya çandî semînerek danûstendinê lidarxist

Yaneya Helebê ya çandî semînereke danûstendinê, bi sernavê “Ber bi bingehkirina biratiya hevbeş û rûbirûbûna pirsgirêkan” bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, kesayetiyên serbixwe û rewşenbîr, û bi beşdariya Meclisa Sûriya Demokratîk” lidar xist.

Sempozyum(Semîner ) li ser sê beşan bû, beşa yekemîn behsa têkiliyên Kurdî-Erebî ji aliyê dîrokê ve û têkiliyên hevbeş di navbera “olî, çandî, civakî, dûrî desthilatê û rijêmên desthilatdar” de kir, ji aliyê endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê “Mer’î El-Şiblî” hate birêvebirin.

Di beşa duyem de jî, rêvebira ofîsa jinê, “Necla Hemza “,birêveçû û tê li ser sûcên ku dewleta Tirk li ser gelê Sûrî bi dîrokê û têde ew tawanbar kir ku binpêkirinên Tirkiyê li dijî hemî Sûriyan li deverên ku ew di dema aloziyê de dagîr kiribû, axivî .

Beşa Sêyemîn jî, li ser êşên jinên Sûrî yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, û bikaranîna jinê, ji aliyê endama ofîsa têkiliyan, Fatima El-Huseyno, birêvecçû.

Fatima El-Huseyno bal kişand ser çekdarkirina zarokên piçûk ên Sûriyê, û şandina wan bo Lîbyayê, avêtina wan di şer de, xapandina zarok û malbatên wan bi bihaneya kar, û wan bi meaş û xelatên sexte xapand.

Di tevlîbûna semînerê de, beşdaran tekezî li ser giringiya bihêzkirina pêwendî û têkiliyên Kurdî-Erebî û pêkhatên dim, herwiha bihêzkirina prensîba biratiya gelan û pêkvejiyanê kirin, ji bo rûbirûbûna alozî û pirsgirêkên ku li wî welatî rû didin û bidawîbûna her cûreyên dagirkeriyê ji axa Sûrî re .

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

22’ê Gulanê, 2020

Follow Me