Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD’ê û Desteya Rûspiyan bi hevdîtina êl û eşîrên Ereb re berdewam in

 

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û Desteya Rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriuê hevdîtinên xwe ligel êl û eşîrên Ereb yên li herêmê berdewdike, di çarçoveya danûstendina dîtinan de û hewildanên yekgirtî ji bo pêşîgirtin û rûbirûbûna pirsgirêkên heyî .

Di hevdîtina xwe ya dawî de, Meclisa Sûriya Demokratîk bi şêxê eşîreta El_Bû Salim, êla Sada ya Ereb, li gundê wî, li gundewarê Til Hemîs, civiya.

Şandeya MSD’ê ji hevseroka wê “Emîna Omer”, hevserokê têkiliyên giştî, “Cîhad Omer”, cîgirê serokê Desteya Rêvebir, “Hikmat Hebîb”, û “Îlham Omer “endama meclîsa serokatiyê pêk dihat, herwiha ji Desteya Rûspiyan jî, Hekem Xelo, Mensûr Selûm, Henbar Hesen û Fûad El-Başa .

Şêx Bedran Ehmed El-Salim, şêxê eşîreta El-Bû Salim, ligel gelek rûspiyên wê pêşwaziya wan kir.

Di hevdîtinê de, rewşa li tevahiya Sûrî, pirsgirêk û astengiyên li pêş gelê Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî, hatin nîqaşkirin .

Hevseroka MSD’ê Emîna Omer, di derbarê sûdwergirtina dewleta Tirk ji gelên Sûriyê û sûdwergirtin ji şert û mercên jiyanê û aborî, herwiha bikaranîna wan wek serbaz û şandina wan bo Lîbyayê û derê din ji bo pêkanîna projeyên Tirkiyê û polîtîkayên dagîrkerî û berfirehbûnê.

Emîna Omer pesin da rola balkêş û berz ya eşîran di bilindkirina hişmendiyê û sînordar kirina bikaranîna dewleta Tirkiyê ji ciwanên Sûriyê re kir, û diyar kir ku di têkoşîn û têkbirina terorê de, eşîret xwedî sekneke diyar bûn .

Ji alîyê xwe ve, Şêx Bedran Ehmed El-Salim spasiya şandeyê kir bo serdana wan, û berdewam kir ku pêwîstiya herêmê bi hevhirin û yekrêziya hewildanan û xebat bê kirin ji bo rakirina dagirkeriya Tirkiyê ji hemû axa Sûriyê pêk bîne.

El-Salim, gelek daxwazên xelkê deverê yên xizmetguzarî pêşkêşî kir, û destnîşan kir ku digel hebûna çavkaniyan, herêm bi dehên salan şahidiya pêşketinê nekiriye.

Ev hevdîtin di çarçoveya hevdîtinên Meclisa Sûriya Demokratîk û Desteya Rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriye de ye, ji bo guhdarîkirin û danûstendina bi endamên eşîrên Ereb yên li deverê, tê li dar xistin.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

19’ê Gulanê 2020

Follow Me