Meclîsa Sûriya Demokratîk

Hevseroka MSD’ê û şandeyeke wê û Desteya Rûspiyan serdana Şêx Zêd El-Cerba dikin

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk “Emîna Omer” û şandeyek ji MSD’ê û Desteya Rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Şêx Zêd Iwênan Asî El-Cerba, Şêxê eşîra Cerba ya Ereb, li rûniştgeha wî ya li gundê Tal Xezal li gundewarê bajarê Rumailan (rojhilatê Qamishlo) kirin.

Hevdîtinê behsa arîşe û doseyên heyî kir, nemaze aloziya Sûriyê û riyên bidawîkirina wê li gorî biryarên navdewletî, bi awayê misogerkirina avakirina Sûriyê li ser bingeha wekhevî, dadrwerî û serweriya rêgeza yasayê .

Hevseroka MSD’ê “Emîna Omer” di derbarê hewildanên Meclisa Sûriya Demokratîk de ji bo gihîştina Sûrîyeke nenavendî û demokratîk, herwiha di derbarê hewildanên MSD’ê ji bo yekirina hêzên dijberiya demokratîk, çi li hundir an li derveyî Sûriyê, da ku di nav wan hêzan de lihevkirinek niştîmanî ava bibe.

Herwiha rewşa aborî di rojeva hevdîtinê de bû, tê de behsa aloziya aborî hat kirin, ku hemwelatiyên Sûriyê li seranserê wî welatî baca wê didin.

Ji aliyekî din ve, şandeya MSD’ê û Desteya Rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser girîngiya hevgirtin û hemangiya di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de axivî, nemaze rola êl û eşîran di avakirina civakê de û rûbirûbûna terorê û nakokiyên ku li dijî  eşîrên Ereb yên resen li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin .

Ji aliyê xwe ve jî, Şêx Zêd Iwênan Asî El-Cerba tekez kir li ser girîngiya hevgirtin û yekrêziya hemî êlan li beramberî nakokî û bêbextiyên ku ji alîyê paşmayên DAÎŞ’ê, şaneyên wê yên razayî û çeteyên dagirkerên Tirk ve, ku berî her tiştî  derketina hêzên dagirkeriya wê ji hemû axa Sûriyê ye.

Eşîra El- Cerba ya Erebî ( Hoza Şemer), yek ji wan eşîrên ereb yên resen e, û li welatên ereb yên cîran pir berfireh û berbelav e, herwiha bi comerdî, wêrekî û exlaqên resen tê naskirin.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

17’ê Gulanê, 2020

Follow Me