Meclîsa Sûriya Demokratîk

Şandeyek ji MSD’ê û desteya êl û rûspiyan serdana şêxê êla Cewala ya Erebî dikin

Şeva derbasbûyî, şandek ji Meclisa Sûriya Demokratîk- MSD’ê û desteya êl û rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Şêxê êla Cewala ya Erebî kirin, li odeya wî ya mêvandariyê li gundê “Mekrînat” li gundewarê Tirbe spiyê (Rojhilatî Qamişlo) ye.

Şandeya MSD’ê ji “Îlham Ehmed”,seroka meclisa rêvebir, “Cîhad Omer”, hevserokê Ofîsa têkiliyên giştî, û “Hekem Xelo”, serokê desteya rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha “Hikmet Hebîb”, cîgirê serekê meclisa rêvebir, û “Elî Rehmûn”.  endamê Ofîsa têkiliyên giştî û yên din ji Desteya rûspiyan pêk hat.

Ji aliyê xwe ve jî Şêxê êla Cewala Şêx Fêsel Reşîd Mihemed û hejnarek ji eşîreta wî pêşwaziya wan kir.

Hevdîtinê behsa pêşveçûn û geşedanên di qada Sûriyê û herêmî de, û dosiyên derbarê endamên êl û eşîrên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi taybetî kir.

Di hevdîtinê de herwiha behsa tedbîrên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine girtin ji bo pêşîgirtina nexweşiya cîhanî Corona yê, ku ji aliyê xwe ve Şêc Fêsel Mihemed pesnê kar û xebatên Rêveberiya Xweser ji bo parastina niştecîhên herêmê ji belavbûna vê pandemiyê kir.

Herwiha di wê hevdîtinê de rewşa aborî ya giştî li Sûrîyê û hilweşîna wê gotûbêj kirin, ku bandorek neyînî li ser jiyana  xelkên Sûriyê bi giştî dike.

Ji aliyekî din ve, seroka meclisa rêvebir, “Îlham Ehmed” pesnê rola êl û eşîran, di parastina aşitiya navxweyî de da, herwiha  zarên eşîretên di nav Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de rolek berbiçav di şerê li dijî rêxistina terorîst DAÎŞ’ê de hebû.

Şêxeşîreta Cewala ya Ereb, Şêx Fêsel Mihemed, tekez kir li ser girîngiya hevgirtina êl û eşîran li seranserî Sûrîyê da ku hewildanên serkeftinê ji bo çareserkirina aloziya Sûrî bidawî bike, û dagirkeriya Tirkiyê ji hemî deverên Sûrî derxe, herwiha pesnê ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê da û rola wê di partina herêmê de ji gelek pevçûn û nakokiyan .

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Sûriya Demokratîk, ji damezrandina wê di dawiya 2015’an de, weke sîwaneyeke siyasî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û lêvegera siyasî ji bo Rêveberiya Xweser, girîngî û baldarî da hemû pêkhateyên civaka Sûriyê, nemaze eşîr, herwiha MSD’ê di 3’yê Gulana 2019 an de, hevdîtina eşîretên Sûrî li ser asta welêt li darxistibû, tê de zêdetirî pênc hezar rûspî, şêx û pêkhateyên cûda yên civakê beşdar bibûn.

 

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

16’ê Gulanê 2020

Follow Me