Meclisa Sûriya Demokratîk kadroyên pijîjkî û teknîkî yên Meclisa Tenduristiyê û endamên Şaredariyê li taxên Şêx Maksoud û Eşrefiyê yên Helebê, xelat kir wekî spasdarî û rêzgirtin ji bo hewildanên wan ên di pêşîlêgirtina pandemiya Corona de û xebata wan ji bo hişiyariya xelkê di vê krîza ku bandora wê li seranserî cîhan tev de kiriye.
Ji hêla xwe ve, Dr. Neşet Zêbar, rêveberê meclîsa tenduristiyê de ev xelat spas kir, û destnîşan kir ku ew rêzek e ji bo hemî karmendên pijîjkî, xebatkarên li ser rêbendên kontrolê û navendên karantînê û Nexweşxaneya Ş. Xalid Fecir, tekez kir ku hewildanên giran ku wan kirine, ji bo parastina deverê ji belavbûna vêrûsa Corona û hemû nexweşiyên ne baş .
Dr. Zêbar heewiha spasiya Meclisa Sûriya Demokratîk û aliyên siyasî kir ji bo kampaniyên hişmendiyê yên ku wan dane destpêkirin da ku gel perwerde û hişyar bikin û girîngiya pabendiya wan bi karantînê ji bo pêşîgirtina nexweşiya Corona.
Têkildarî vê yekê, MSD’ê li herêma Şehbayê rêveberiya desteya şaredariyan û karmendên wê li navçeya Ehdas xelat kir, li ser hewildanên wan di aliyê xizmetgûzarî û pêşîlêgirtina ji nexweşiyê di warê reşandina dermanên nexweşiyê li navçe û gundên herêma Şehbayê .