Li gel dorpêçkirina navendên leşkerî û pevçûnên bêhempa yên di navbera fraksiyonên komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyê li Efrînê, bakurê rojavayê Sûriyê, û li ber ronahiya kaosê ya ewlekariyê li wê deverê, 45 rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî gazî kirin ku dawî li êşên gelê Efrînê bîne, da ku binpêkirinên rojane yên li dijî wan, vegerandina koçberên bi zorê û radestkirina rêveberiya navçeyê bo meclisekî sivîl serbixwe ji xelkê herêmê.
Rêxistinan, di daxuyaniyek hevbeş de, gotin ku bi meh û sal li pey kontrola Tirkiyê li ser Efrînê, herêm bûye şahidê hezaran binpêkirinan li dijî nişteciyên resen yên deverê, ku ji desteserkirina milkên xelkê, girtina bê ser û ber, windakirina zorê, talan û xapandin.
Daxuyaniya hevbeş got ku komîteya lêpirsînê ya navdewletî ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatî damezirandin, di raporta xwe ya vê dawiyê de, çavdêriya berdewamiya binpêkirinên li Efrînê kir, li wir grûpên çekdar di bin sîwaneya ku jê re dibêjin “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”, ya kuTirkiyeyê piştgiriya wê dike, sûcên şer û binpêkirina mafê xwedîtiyê dikin .
Rêxistinan herwiha gotin : binpêkirinên ku hatine kirin û hîn jî têne binpêkirin li “beşeke ji siyaseta guhertina demografîk ya berfireh li herêmê û guhertina nasnameya wê û binesaziya demografîk, ku li gorî hin amarên ji çavkaniyên (herêmî û Sûrî) têne peyda kirin nîşan didin ku tevgerek bi darê zorê ya ku rê li ber koçberkirinê vekir, bêhtirî
65% ji nifûsa xwecihî ya herêmê piştî operasyona leşkerî ya “şaxa zeytûnê” ku ji hêla Tirkiyeyê ve hate kirin, digel ku dever bixwe bi deh hezaran penaberên ji deverên cûda yên Sûriyê ji berî êrişê li xwe girtiye.
Rêxistinên ku ev daxuyanî îmze kirin êrîşa ku di meha Remezanê de li Efrînê pêk hat şermezar kirin, û doza cezakirin û hesab xwestinê kirin ji berpirsiyarên vê komkujiyê ji kîjan aliyê dibe “.
Daxuyaniya hevbeş bang li civaka navdewletî, nûnertiya Encûmena Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî, Komkara Erebî û NATO kir, ku “gavavêtinên bilez bavêjin ji bo parastina gelên sivîl li Efrînê, û berpirsyariya hikûmeta Tirkiyê di bin Peymana Cenevreyê ya çaremîn de, di nav de, berpirsiyariya wê ya bingehîn wekî hêzeke dagirker be”.
Rêxistinê her wiha banga misogeriya ewlehiya gel kir ligel şopandina bûyerên koçberiya bi darê zorê û misoger kirina vegera welatiyên xwecihî li malên xwe, û rawestandina armanckirina etnîkî ya berfireh a “neçarbûnê” bi guhertina navên deveran, gundan, û deverên mîratên çandî yên li herêmê, di heman demê de stendina tedbîrên bilez ji bo derxiatina komên tundrew ji Efrînê û misogerkirina vegera hemû welatiyên koçber ên ku neçar man ji deverê derkevin, herwiha vegerandina malên desteserkirî û nasnameya herêmê biparêzin.
Daxuyaniyê banga biryardaneke navdewletî kir, ku hukûmeta Tirkiyê mecbûr dike ku “dawî li dagîrkirina hemî deverên Sûrî di demek diyar de bike, û dabînkirina hemî tawanbarên binpêkirina mafên mirovan li Efrînê, û pêbawer bike ku tazmînata wan kesên bandor bûne bê cudahî” bike .