Meclîsa Sûriya Demokratîk

Meclisa Sûriya Demokratîk xebatkarên Nexweşxaneya Afrîn, li Şehbayê xelat dike

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) karmend û kadroyên bijîjkî û yên ciwan di nexweşxaneya Afrîn de, ku li navçeya Fafin, ya herêma Şehbayê dikeve xelat kir, ev yek jî wekî rêzgirtin ji hewildanên wan ên ji bo pêşîlêgirtina nexweşiya Coronavirus, bi taybetî di nav kampên koçberên Efrînê .

Ev xelat wekî rêzgirtin ji hewildanên karmendên Nexweşxaneya Efrînê ve tê kirin, hem di aliyên perwerdeya hişyarî, xweparêz û tenduristî ve, hem jî ji ber beşdariya wan ya çalak tevî derfetên sînordar, ji ber cihwerî û ciyografiya herêma Şehbayê û li xwe girtina wê ji hejmareke mezin ji penaberên herêma Efrînê.

 

Ji aliyekî din ve, rêveberê nexweşxaneyê, ” Osman şêx îsa “, ev gava bedew nirxand, û destnîşan kir ku ev xelatkirin rûmet û rêzgirtin e ji bo hemî xebatkarên di sektora tenduristiyê de, herwiha pesn da hewildanên xebatkarên tenduristiyê di parastina sîstema tenduristî û berdewamiya pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo niştecîhên herêma Şehba û kampên wê.

Hêjayî birxistinê, ku Nexweşxaneya Afrîn li ser hemû dergehên ketina herêma Şehbayê, erebe, ambûlans û ekîbên bijîşkî bi kincên parastinê amadekiriye .   Dezgeh û detektorên pîvana germahiya lêzerî li ser dergeh, kamp û hemî xalên tenduristî û xalên Heyva Sor a Kurdî hatin blav kirin .

Herwiha navendeke karantînê li gundê El_Werdiyê hatiye amadekirin û navendeke tenduristî ya dermankirinê jî ku bi odeyên cudakar yên taybetî ji bo nexweşan û cûreyek lênêrîn û çavdêriya giran amadekiriye bi refransiyon û dezgehên bihin kişandina pîşesaz û laboratiyek radyolojî li gundê Hesajik pêk tê.

 

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

 

6’ê Gulanê 2020

 

Add comment