Bi boneya Cejna Qurbanê ya pîroz, em pîrozbahî û bextewarîyên xwe yên herî giran li tevahî cîhana îslamî û ji kur û keçên gelê me yê Sûriyê û malbatên şehîdan û hêzên me yên qehreman, Hêzên Sûriyeya Demokrat û Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayiş)re pêşkêş dikin, û hêvî dikin ku aştî û aramî di welatê me yê hezkirî de pêk were û zarokên welatê me di ewlehî û aramiyê de bin.
Em vê salê Cejna Qurbanê, di rewşeke tenduristî û aborî dorpêçkirî ya pir nebaş û dijwar de pîroz dikin, ji ber ku herêma me û tevahiya cîhanê ji ber pandemiya Corona bi nexweşiyeke cîhanî re rû bi rû ye; Ji vir em dibînin ku pêwîst e bang li kur û keçên gelê xwe bikin, û wek erkekî welatparêzî divê pabendî rêkar û prensîbên tenduristî û tevdîrên Rêveberiya Xweser ya bo bakur û rojhilata Sûriyê û rayedarên têkildar bibin da ku ji belavbûna vê nexweşiyê dûr bin û xetera wê li ser gelê me kêm bikin.
Em ji Xudan daxwaz dikin ku welatê me, gelê me û tevahiya cîhanê biparêze ji vê nexweşiyê, herwiha tenduristî, saxlemî, ewlehî, biratî û pêkvejiyanê li welatê me bidomîne, û wê bi xweşî û bereketê li ser me derbas bike.
Her sal hûn bi xêr bin
30’ê Tîrmehê, 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk