Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Ji bo banga diyaloga Sûrî di navbera xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê de bikin

Ber bi bêhtir ji hevkariyê di rûyê gefên li ser ewlehî û aramiya herêmê de

Veguheztinên bingehîn û mezin, hewceyê helwestên berpirsiyar e, xwendinek dirust ji bûyeran re, û dîtinek berpirsiyar ya ku ji xwendineke rastî ve derdikeve pêş bi bi mebesa xêzkirina nexşeya paşerojeke avaker û sozdar a di avakirina welatekî yekbûyî de.

Xwendina me ji rewşa Sûriyê re ji destpêka tevgerê di sala 2011’an de, bingeha wê yekê bû ku çareserî tenê, di destê Sûriyan de ye û her destêwerdaneke derve, dê krîzê tevlihev û kûrtir bike, û ew diyalog riya pêşketina ramanan ye, û ew guhertin bi destpêşxeriyên sozdar û afirîner e.

Dema ku rewş tevlihev bû, me çareseriya leşkerî û pevçûnên çekdarî di navbera Sûriyan de red kir, û me piştrast kir ku çareseriya siyasî li ser bingeha diyalog û danûstendinê ye, me gelek dîdar lidarxistin û me gelek diyalog bi Sûryan re ji dîtinên cihêreng re sazkir, û me di heman demê de bi nûnerên Desthilatê re li Şamê jî  hevdîtin kir, da ku em bigihêjin rêkeftinekê ku her kes jê razî be û hêviyên gelê Sûriyê di serhildana xwe de ji bo azadî, rûmet û vegera mafan bicîh tîne û ji bo xelkên herêmên belengaz yên li bakur û rojhilatê Sûrîyê ji nû ve li berçavgirtina hebûna wan, û mafê wan yê îfade, nûnertî û beşdariyê di rêvebiriyê û saman û dewlemendiyên herêmê de têne vegerandin.

Gelê herêmê berpirsiyariyên xwe bi cih anîn, û wan rolên xwe erênî lîstin da ku yekîtiya herêmê ji pêşbaziya çekdarî biparêzin, bi saya Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jinê, û Hêzên Sûriya Demokrat paşê, û herêm ji destê DAIŞ’ê  rizgarkirin.

Rêveberiya xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê di pêkanîna sîstema nenavendî û  demokratîk de, roleke sereke lîst, û xebitî da ku jiyaneke birûmet ji bo hemwelatiyan peyda bike, tevî dorpêçkirinê, û her çend komplogeriya gelek aliyan, ji Tirkiyê ku gef û tehdîdê dike û gelek ji axa Sûriyê dagirkir û ji sedema azarên nû ji kuştin û koçkirinê ev yek jî ji ber bêdengiyê an piştgirî û hevrêziya bi hêzên navdewletî yên navbeynkar re, û pişgiriya çeteyên sûrî ji ferman û projeyên wan re.

Tevî şanayên razayî yên paşmayên rêxistina DAÎŞ’ê, û yên rêjîmê û ji nefs qelsan yên xwefiroşên bertîlan.

Meclisa Sûriya Demokrat berdewam bû bi rola xwe wek sîwaneke siyasî ji QSD’ê û Rêveberiya xweser re wekî rêveber û danûstendinkar û daxwazê diyalogê, û xebata li ser nêzîkbûn û hevgirtina gel û pêkhateyên wê bi riya konfêrans û komxebat û kempînên kar yên domdar, ku gihiştin zêdetir ji hevrêzî û hevgihiştinê û berdewam kir li ser lêgerîna bêtir bi riya civîn, semîner û konferansên berfireh .

Ji bo ku em bigihijin zêdetir têgihiştin û beşdarbûn, Meclisa Sûriya Demokratîk dê ji bo nûnerên gel û rêberên wan ronakbîr, akademîsyen, serok û şêxeşîretên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê semînerên diyalogê li dar bixe da ku jiyana hevbeş, biratî û yekîtiya gelan hêztir bike, herwiha ji bo avakirina projeya neteweya demokratîk û rola wê ya zanyarî û çandî, û ji bo sererastkirina rola herêm bo rola pêşengiyê, ku berê cîwar û landika şaristaniyan bû .

31/7/2020

Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me