Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

8’emîn Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser me derbas dibe, û em derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê dibin, ku xwe dispêre li ser parastin destkeftiyên vê şoreşê pêkaniye ji destkeftiyên leşkerî, aborî, siyasî û sazûmaniyê werdigire di rewşekê de ku li derdorê zordestî û şerê neteweyî û mezhebî heye, û hê jî asoyên çareseriya siyasî li Sûrî ne diyar in .

Em, wekî Meclisa Sûriya Demokratîk, em berê û hê jî di qonaxên tekoşînê de ne ku bigihîjin çareseriya demokratîk li Sûriyê, lê aliyên nakokdar hîn jî çareseriyên demokratîk red dikin ta ku wan, ew hêmanên çareseriyê bi dawî kirin .

Di navbera opozisyon û hukûmetê de, şerê Sûriyan berdewam dike, lê vê carê ne ji bo xaka Sûriyê ye, lê bi ser de, ew ji Sûriyan re aloztir û xerabtir bûye, ji ber ku van aliyan sûriyan dikin çete û şer dikin ji bo berjewendîyên hêzên herêmî û navneteweyî ji Libya û Yemenê ber bi Azerbaycanê ve, li gorî çavkanî dibêjin .

Lê hema bi saya vê şoreşê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê bûye, ku tevî kêmderfetan, gelek destkeftî li ser erdê hene, herwiha di demekê de ku aloziya aborî ya ku li wî welatî pêşdikeve, saziyên Rêveberiya Xweser karîne ku bi gelek tedbîran, bargiriya vê krîzê li ser welatiyan kêm bikin.

Herwiha Jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bi berdewamî rola xwe di pêşengiya şoreşê de didomînin, tevî hemî hewildanên terorkirina wê jî bi riya tawankarî û binpêkirinên li dijî piraniya wan, nemaze armanc kirina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, lê vê yekê ji hêza wan kêm nekir .

Ev pîvan û serfirazî di derketina ji krîza aborî, ewlehî û tenduristî ya ku ji ber belavbûna pandemiya Corona bû, hişt ku hin kes dîn bibin û me dît ku hin hewildan hat kirin ji bo şikandina van serfiraziyan bi riya berfirehkirina êrişan bi belafirên keşfê (dron) ji hêla dagirkeriya Tirkiyê ve, her wiha şerê lidijî Sûrya, bi riya avê, û di derheqê helwestên Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê de, ji van hewildanan gelek pirs nîşan hene .

 

Li vir careke din, divê em qurbaniyên mezin yên ku kur û keçên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de  dane, bibîr bînin, ku ew berhema Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû, şerê terorê û bîrdoziya tundrewiyê kir û nirxên jiyana hevbeş û pirrengî di civakê de parast.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê tenê ji aliyên siyasî, îdarî û leşkerî ve sînordar nebû, lê belê ew bû şoreşeke çandî, aborî û civakî, û pêkve daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê, ku ji bo wê berî neh salan serî hilda, û ew bingeha bidestxistina Sûriyeke piralî û demokratîk li gorî nasnameya niştînanî ya Sûrî li xwe digire .

Ji vê helwestê ve, şoreş berdewam e û gelek berpirsiyariyên mezin hene ku divê em di vê qonaxê de pêkbînin, em di heman demê de bang li Sûriyan dikin ji hemû aliyên cûda, ku lênerîn û beramberiyê bikin di navnera destkeftiyên vê şoreşê, û ya ku li deverên din qewimiye, herwiha em bang li her kesî dikin ku li dijî hewildanên dagirkirina zêdetir ji xaka Sûriyê re derkevin.

 

19/7/2020

Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me