Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nûneratiya MSD’ê li Misrê, salvegera Şoreşa 30’ê Hizêranê” li wezareta karên derve ya Misrê pîroz dike.

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk li Komara Misrê ya Erebî, “Sîhanok Dîbo”, nameyek pîrozbahiyê ji wezareta karên derve ya Misrê re şand, tê de pîrozbahî li wan kir bi salvegera heftemîn a “Şoreşa 30’ê Hizêranê”,ya ku dikarîbû hevsengiya siyasî ya niştîmanî û herêmî ya Misrê li riya wê ya rast û xwezayî vegerîne.

Nûnerê MSD’ê li Misrê bi vê boneyê, hem hikûmet û hem jî gelê Misrê pîroz kir, herwiha tekez kir li ser rola girîng ya Dewleta Misrê ji bo bidestxistina aramî û hevsengiyê li Rojhilata Navîn û herêma Bakurê Efrîka yê.

” Dîbo ” ji wezîrê karên derve yê Misrê re piştrast kir ku hewildanên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qurbaniyên mezin yên hatine dayîn ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, hemî di heman rêyê de ne, û bihevre navendên herî girîng in ji bo berevaniya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û ji bo têkbirina Osmaniya nû ya xwedan pilanên berfireh û êrişkarî yên ne rewa.

Herwiha Banga piştgirî û hevbendiya hemî gelên di bin bandora êrişên destewrdana Tirkiya Erdoganî, ji bo jinavbirina ewlehî û aramiya navçeyê.

Follow Me