Meclîsa Sûriya Demokratîk

Derbarê Rastiya Rapora Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi ” Zarokan û şerê çekdarî “

Bi pênûsa Emced Osman

Hejmarek ji çalakvan û malperên medyayî raportek parve kirin ku ji hêla Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ve hatibû belavkirin, wê malperê bi kurtayî naveroka raporta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ku radestî Konseya Ewlekariyê kiribû di (xuleya heftê û çaremîn) li ser zarokan û şerên çekdarî, û rapora malperê li ser babetên taybet yên têkildarî Sûriyê .

Pêwîst e tekezî bê kirin li ser girîngiya vê raporê û giringiya hejmarên têkildarî binpêkirinên li ser zarokan bandor dikin, ku em bi rastî çi pêwîst e divê em bikin da ku êşa zarokên Sûriyê bidawî bikin, ku di dîmenên êşa Sûriyê de wêneya herî trajîk eşkera dike.

Sernavê sereke ku ji hêla hin çalakvan û malperên medyayê ve hate parve kirin ev bû: “Hêzên Sûriya Demokratîk xirabtirîn aliyê şere di Sûriyê ji alîyê leşkerkirina zarokan û bikaranîna dibistan û nexweşxaneyan ji bo armancên leşkerî” .

Piştî şopandina me ji rapora birêz Antonyo Guterês ya 9’ê Tîrmeha 2020 û li ser malpera fermî ya Neteweyên Yekbûyî hate girtin, diyar bû ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ku bibû çavkaniya rasterast ya hin çalakvan û rojnamevanan, gelek xalên girîng yên ku di raporta Sekreterê Giştî de ne, paşguh kiribû û rapor hatiye dabeşkirin û hin gotin jê hatin bikar anîn ku di raporê de cih negirtî ne, lê li gorî wan encamên xwe çêkirine û wan formul kirine da ku wan bixin bin xizmeta mebestên ku xuya dibin polîtîkî ne, ku ne rast in û dûrî karê mîhenî ne,
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe de qet behs nekiriye ku QSD’ê xerabtirîn aliyê şer e.

Di şûna wê de, Sekreterê Giştî eşkere dike ku di çarçoveya pilana kar ya ku di Hizêrana 2019’an de bi QSD’ê re hatiye îmzekirin, 51 keç hatine serbest berdan.

Di dawiya beşê taybet li ser karûbarên Sûrî, û piştî ku hejmarên li ser binpêkirinên li dijî zarokan ji hêla hemî aliyên şer ve têne armanc kirin, hatiye destnîşankirin, û di xala 181 de Sekreterê Giştî dibêje: “Ez pêşwaziyê li pabendiya QSD’ê dikim di plana kar ya îmzekirî di Hizêrana 2019’an de bi Nûnera min yê Taybet re û pêşketinên ku di pêkanîna wê de hatine çêkirin, bi taybetî jî weşandina fermaneke leşkerî ku dubare qedexekirina leşkerkirina zarokan, û damezrandina komîteyek pêkanînê, herwiha perwerdekirina 100 serokan, bicîkirina koordînatorên payebilind, serbestberdana 30 zarokan di sala 2019 û 51 keçan di destpêka 2020 de, û herwiha derkirina 18 xortên ku li bendêne wan bi fermî serbest berdin. Hewiha ez pêşwaziyê dikim li gihîştina hevkarên Neteweyên Yekbûyî di warê parastina zarokan bo Navenda Hûrî li Hesekê, ku bi piranî tê de zarokên Sûrî ne ku berê bi rêxistina DAÎŞ’ê re têkildar bûn wekî “şêrên xîlafetê” bûn û destnîşan kir ku destpêkirina operasiyona Kaniya Aştiyê di Cotmeha 2019 de bandor li pêkanîna pilana kar kir.

Berî wê, Sekreterê Giştî eşkere dike ku operasiyona Kaniya Aştiyê bûye sedema (65) bûyerên kuştinê û birînên zarokan, (6) êrişên ser dibistanan, û (3) bûyerên qedexekirina gihandina alîkariyên mirovî.

Di dawiya raporê de, Sekreterê Giştî, QSD’ê bi nav nake ji nav lîsta aliyên ku di dema diyarkirî li gorî raporkirinê de tedbîr negirtin ji bo baştirkirina parastina zarokan, lê ew navên hemî aliyên ku li gorî tedbîrên pêwîst ji bo parastina zarokan de ne girtiye, navnîş dike û wiha destnîşan dike:
Hêzên hikûmetê, tevlî Hêzên Parastina Neteweyî û milîsên alîgirê hikûmetê

Herwiha :
– Tevgera Ehrar El-Şam
-Grûpên çekdar yên opozîsyona Sûrî, ku berê wekî Artêşa Azad a Sûrî dihatin nasîn
– Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAÎŞ
– Artêşa Islamê
– Desteya Rizgariya ElŞam, ku ji hêla Eniya El-Nusra ve, tê birêvebirin

Di paragrafa B de, Sekreterê Giştî aliyên navnîşkirî bibîr tîne ku, di heyama raporkirinê de, ji bo baştirkirina parastina zarokan, ku yekane sazî li Sûriyê ye, tedbîr girtine, û ewê bi nav destnîşan dike: Yekîneyên Parastina Gelê Kurd (Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jinê) .

Di raporê de herwiha balkêş bû ku xala 242 bal kişand ser guhartin û şert û navên aliyan, ji ber ku ew ji guhertinên li ser erdê encam bûne, û ew armanc dike ku bêtir navê aliyan bi zelalî ve eşkere bike.

Wekî ku Sekreter Giştî dibêje, “Li Komara Erebî ya Sûrî, komên ku xwe ji Artêşa Sûriya Azad re dihesibînin, niha di bin navê komên dijber yên çekdariya sûrî (berê de wekî Artêşa Sûriya Azad) dihatin navnîş kirin.”

Ango, Neteweyên Yekbûyî dê êdî navê Artêşa Azad bikar neyne lewra ya ku ew wekî guhertinên li ser erdê destnîşan kir û navê aliyan bi rengekî rastir, bi gotinên Sekreterê Giştî ve, nav kir.

Ji bo zêdetir agahdarî, rapora Sekreterê Giştî li ser malpera fermî ya Neteweyên Yekbûyî dikare bê xwendin.

Add comment