Meclîsa Sûriya Demokratîk

Riyad Dîrar “destên bêbext tevliheviyê li Dêrezorê dinivîsînin, û sedem jî neft û rêkeftina kurdî ye.

Riyad Dîrar hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, diyar dike ku nîşanên hedefgirtina serokeşîrên ereban li herêmên Dêrezorê û Reqayê vedigere li resenî û kevneşopiya eşîran û dilsoziya endamên wê ji neseb û xwînê re, û ji ber nebûna rêxistinî û encama pêşdakevtina kesayetî  ku li ser bingeha mêraniyê bê hesab ji encaman re, wî domand, kesê ku nakokiyê û tevliheviyê bixwaze dikare sorkirinê bike li ser fewirandina xwînê, xîret û cahiltiya ciwanan û tolhildanê, bi taybetî ji ber ku eşîr rêz ji şêx û mezinan re digire, ku taybetmendiyek herêmê ye, ji ber vê yekê, armanc kirina van şêxan bêtir hestyar û nêzikî serîrakirin û tolhildanê ye.

Birêz Dîrar di wê baweriyê de ye ku, pêkanîna kiryarên weha li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê “delîl e li srr hedefgirtina deverê ji aliyê dijmin û dijberan ve ji ber ku ew ew herêm  xwedan aramî, pêşkeftin û serfiraziye di avakirina Sûriyeyek nû de, li ser bingeha beşdariya tevahiya pêkhateyên wê û rastiya ku ti alî rêveberiya xwe bi tenê nameşîne. Ew soz dide pêşerojek baştir ku dikare ji wê re bibe bi saya vîna hevbeş, rêxistina civakî û dîtina zelal, ji ber ku rêjîm têkçû di rêvebirina wê de û komên çekdar nikarîbûn wê biparêzin, ji ber vê yekê her du alî hewil didin ku ji vê têkçûnê xwe tolê hilînin ji vê deveê û dijminên din jî hene ku li ser vê yekê difikirin li ser çêkirina nakokî û pirsgirêkan, herwiha dijminên projeyê bakur rojhilatê Sûrîyê û yên ku li ser tevliheviyê digerin, ew vedigerin van metodên şermezar û ji wan re dibin armanc ku vê projeyê sabote bikin. ”

 

Sebaret kesên ku sûdmend in ji tevliheviyê, birêz Dîrar bawer e ku benê wê di gelek ciyan de dirêse ji bo projeyê meclisa eşîran ku tirkiyê piştgiriya wê dike, nûnerên wê jî daxuyaniyên eşkere didin û her dem li pê tevliheviyê digerin, herwiha destê rêjîmê di van buyerên kuştin û bombebaranan de heye, her du jî hem ji aliyê dijberiya li Tirkiyê temsîl dikin û mebestên wê li herêmê temsîl dikin û hem jî yê rejîmê temsîl dike û dixwaze zordestî vegere weke berê û talan kirina malên herêmê, her du jî dixebitin û her yek ji aliyê xwe ve.

Derbarê bandora gotara tevliheviyê li ser gelê herêmê, birêz Dîrar dibîne ku “kesên  guh didin vî aliyî û yên din ew in yên ku hişmendiya xwe winda kirine û berjewendîyên xwe an berjewendîyên herêmê fam nakin û ji propagandayên medyayê bandor bûne.”

Hinek ji wan li pey nas û xizmên kesên ku ji vî aliyî û aliyên din hatine xapandin bi berjewendiyên kesayetî, ji ber vê yekê, ew israr dikin ku tawanbariyê li yek aliyî bike, ew aliyê parêzvan e , rizgarkar e, û aliyê ku rêveberiya herêmê dike û samanên wê ji bo berjewendiya giştî bigire û belav bike ku ew bibe armanca ku her kes li berjewendiya herêmek ku hatibû paşguh kirin ji aliyê rêjîma berê û li ser hesabê wê dilîzin di salona siyasetê de li aliyê din. Ez difikirim ku yên sûdmend in ji tevliheviyê, aliyên torsonek in ji ber ku ji bilî berjewendiyên xwe ti dilsozî tune.

” Lê îro hewildanên domdar ji bo çespandina krîzan hene, û ev yek pêdivî ye ku çalakî were kirin da ku bandora wan tune be, birêz Dîrar wiha pêde çû: “Tişta ku îro ji bo rûbirûbûna vê tevliheviyê pêwîst e  û rê li pêşberên ajanên wê qutkirin, hewcedariya piştevaniya gelên herêmê ye.”

Birêz Dirar tekez dike ku “projeya niştîmanî hewce dike ku her kes li ser xaka hevbeş ji teva re bifikire, saman û dewlemendiya hevbeş û avakirina hevbeş ji bo hemûyan be. Ev proje ne tenê li devera ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve tête kargêr kirin, lê dixebite ku bingeha rastîn ji bo projeya sûriya paşerojê, û mirovên baş yên ku di pêşerojeke baştir de eleqedar dike, dikare vê armancê bixwîne û beşdarî çalakiyên wê bibe, û ez bawer dikim ku herêm tijî mirovên baş û hişmend e ku dikarin li pişt projeyên tevliheviyê bisekinin.

” Di dewama axaftina xwe de, birêz Dîrar behsa ezmûna bajarê Reqa dike, û tekez dike ku tiştê li Reqa qewimî, “dema ku endamên eşîran civiyabûn da ku hemî awayên ku hatine kirin û ji hêla sabotevanan ve hatine red kirin red bikin, û wan bersiv da bi hevkarî û beşdarî di Meclisa Sivîl a Reqa û rêveberiya projeyên avakirin, pêşkeftin û nûvekirinê de, gelên Dêrezorê dikarin xwe bigihînin vê armancê ji ber ku devera vê dawiyê ji destê DAÎŞ’ê hat rizgar kirin û şaneyên razayî hîna jî wêraniyê dikin û ew herî zêde bi tevger in,  li herêma Reqa ku niha hema hema aram e, û xelkên wê di ewlehî û aramiyê de ne, herêma Dêrezorê jî dikare bigihêje vê qonaxê û zarokên wê beşdarî rêveberî û nûvekirina wê bibin.

” Di derbarê demên van operasyonan de ku şêxên herêmê hedef digirin, birêz Riyad Dîrar destnîşan dike ku dema wan bi baldarî tê hesibandin, û “çalakiyan em dizanin û hewil didin ku bi têkilî bi hevkarên xwe re têkildar bin ji ber ku ew li tevliheviyê digerin di bin navê mafan, bi navê tevlêbûnê, û bi navê navbeynkariya siyasî ya hin xwedanê van projeyan ku ew projeyên sorkirinê ne û ew bi riya  medya xwe de nakokiyê dikin û tiliyên wê naskirî û eşkere ne, di encamê de, kesên ronakbîr û aqilmend yên ku me bi wan re têkilî daniye, pêdivî ye ku ji aliyekî hişyariyê ve were pejirandin, ji ber ku ew in ku di hundur de cefayê dikişînin û yên ku ji derve tevliheviyê dikin destên gemar in.

” Birêz Dirar tekez dike li ser rola hêzên herêmî di vê pirsgirêkê, ji ber ku ew li gorî ramana wî zirarmend in, û daxuyaniya rêjîmê xuya dike û vê yekê wek daxuyaniya hikûmeta Tirkiyê dipîve ku tecrubeya Rêveberiya Xweser di veberhênana neftê ya navçeyê li şûna ku were xerckirin red dike, û veberhênana wê ji bo berjewendiya gelên herêmê bi riya alîkariya ku ji hêla şîrketên neftê ve,

di vê gavê de, em dibînin ku tevger di heman demê de zêde bûn ku taybetmendiyên vê projeyê di qada giştî de dest nîşan dibin.

Birêz Dirar sedemek din a tevgera aliyan ya ku di vê demê de sedemên tevliheviyê dike, lê zêde dike, ku Dîrar wisa difikire ku hewildanên ji bo yekrêziya Kurdî tên kirin, ku tevkariyek e ji bo bidawîkirina dabeşkirina di berjewendiya avakirina Sûriye de ye, “em dibînin ku hin aliyan di nav gotûbêj û vegotinên ku dixwazin rihê xwe biêşînin û aciz bibin, û bi vî rengî îmzeyan dibînin ku ji siyasetmedaran çêbû em difikirîn ku rojekê ew cembariya welatparêziyê dikin û dikanin zûtir bikin ku her cûre nêzîkatiyên di nav Sûrî de bileztir bikin, em wan dibînin ku li pişt van dirûşmeyan û li pişt van hestên nefretê digerin, û ew peymanan îmze dikin ku bi henekî, bêhêzî, û helwestên newelatparêzî yên ku mirovan li dijî hev dikin dúrî aqil û hişmendiyê ne . ”

Di derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk de yên heyî li herêmê, ku peywira parastin û berevaniyê pêk tînin, birêz Dîrar tekez dike ku van hêzan ji bo “aramkirina deveran” dixebitin ji ber ku gelek dijmin hene û şaneyên razayî bi domdarî hene û li ser sabotajê dixebitin ku ew destikên erzan in di çêkirina tevliheviyê de, divê werin şopandin ji aliyê QSD’ê ve û bi giranî li destê wan bixin, û ev mafek e ku hemî mirovên baş dikarin wê bikin, herwiha dijberên ku ji dilsozên dijminên Sûrî re girêdayî ne û ew peywira wan heye, û ew jî erkekî din dike, ya ku ew ji ber ku ew yekem peywira welatparêzî pêk tîne û xwîn dane li dijî tundrewan û ew dikarin nehêlin xwîn bê rijandin ji gelê aştîxwaz re.

Di dawiyê de, birêz Riyad Dîrar amaje kir ku hin  pirsgirêkên hene dibe ku di nav di kar de çêbibin û hin dikarin li ser wan bisekinin, nemaze hin helwestên ku ji hêla hin endamên di rêveberiya Meclisa Sivîl a Dêrezorê ve tête bikar anîn, û ew dikarin xeletiyên xwe çareser bikin û bûyerên gendeliyê yên ku hatine îspat kirin, çareser bikin û li ser her şaşîtiyê bisekinin û hêsaniyê nekin di dadgehan û darizandina wan de, û divé  gelê Dêrezorê mirovên baş yên rasteqîn û xêrxwaz di avakirina herêmê bibînin û mirovên xwe li pişt peyva rast û tevgerê rast dibînin, wan li hev kom

Follow Me