Meclîsa Sûriya Demokratîk

Rêxistina Mafên Mirovan: ragihandina MSD’ê tîmeke xebatê ji bo girtî û revandiyan gaveke erênî ye û divê piştgiriya wê bibe

Rêxistina navneteweyî ya mafên mirovan, Human Rights Watch, îro ragihand ku, avakirina tîmeke nû ya kar ji bo eşkerekirina çarenûsa girtî û revandiyan ji aliyê Meclisa Sûriya Demokrat – MSD’ê, pêngavek erênî û girîng e ber bi cezakirin û hesabgirtinê ji bo çi li wan hatiye.

Rêxistinê li ser zimanê cîgirê rêveberiya beşê Rojhilata Navîn li Human Rights Watch, birêz ” Michael Page ” amaje kir ku ev ragihandin û danezan dê piştgiriyê bide malbatên ku demek dirêj li benda zanîna çarenûsa hezkirên xwe yên wenda ne.

” Page ” herwiha daxwaz ji aliyên navdewletî, nemaze hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAÎŞ’ê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ku hemû hewildan û tiştê di destê wan de ye bikin da ku însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk û tîma wê misoger bibe û piştevaniya serkeftina xebata wê bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir ku avakirina tîma kar yekemîn gava bingehîn e ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên hatine windakirin, binçavkirin an revandin, lê bandora wê bi wergirtina zanyarî û agahdariya ji rayedarên herêmî û xwecihî ve girêdayî ye.
Meclisa Sûriya Demokratîk, ku ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û hem jî ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lêveger û sîwaneke sîyasî ye, di 28’ê Adarê de destpêşxeriya xwe ragihand û di 4’ê Avrêlê de bi rêya konferanseke çapameniyê li Qamişlo navên komîteyekê ji bo şopandina doseya girtî û revandiyan eşkere kir.

Di daxuyaniyeke cuda de, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevanî û amadehiya xwe ji bo hevkariyê digel tîma ku ji aliyê MSD’ê ve hatiye destnîşankirin ragihand, û got ku hemî girtîgeh û navendên binçavkirinan ên ji hêla wan ve hatine rêvebirin ji tîmê û hemî rêxistinên navdewletî re vekirî ne.
” Michael Page ” di dawiyê de got ku divê Meclisa Sûriya Demokratîk vê gava yekem ya erênî bişopîne bi pabendî û biryareke domdar li ser vê meseleya ku demeke dirêj hatiye paşguhkirin.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk

21’ê Avrêlê, 2020

Follow Me