Çeteyên girêdayî dewleta dagirker a Turkiyê berdewm in bi binpêkirinên giran li dijî niştecîyên resen yên li Efrînê mane .
Yek ji groupên çete ku bi tundrewiya xwe naskiriye û nêzî dagirkeriya Turkiyê ye, jineke heftê salî kuşt in, piştî ku mal û milkên wê dizî ne.
Di hûrguliyan de, tê gotin ku çeteyan êrîş kirin ser mala wê kuştiya bi navê “Fatima Kine ” ya (75 salî) li gundê Hêkçê, ya ser bi navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê, pere û zêrên wê dizîn û piştre ew xeniqand in .
Li gorî çalakvanan, çeteyan derfet dîtin ji ber nebûna kurên wê jinê yên li nava zeviyê wê, û dema ku ev nûçe li gund belav bû, da ku xwe ji tawanê dûr bixin, wê koma terorîst dest bi kampanyayek revandinê kir li dijî kurên wê (Mihemed 60 salî – Fawzî 55 salî – Henan 45 sal – kurê Mihemed yê bi navê Fawzi 25 sal kirin).
Di kampanya revandinê de hejmarek jin û pîr, di bin lêpirsîna tawanê de hatin revandin .
Ji aliyekî din ve, koma bi navê Sultan Silêman Şah, “Al ‘Emşat”, dest bi kolan û lêgerîna entîke û şûnwarên Arkolojî ya Girê Erendê yê şûnwarî kirine, ku li navçeya Şiyê li gundewarê rojavayê Efrînê dikeve.
Hin çalakvanan ragihandin ku ew gir hema hema rojane rastî kolanê tê ji bo lêgerîna şûnwaran ji hêla hêla heman groupa Sultan Silêman şah ve ya girêdayî bi dewleta Turkiyê ve, vê yek jî hişt ku ziyanên mezin gihiştine wî girî û bû sedema wêraniyeke mezin wek encama lêgerînên domdar.
Çavkaniyên pêbawer ji Çavdêriya Sûriyê re piştrast kirin ku serkirdeyekî di koma bi navê Feyleq Şam ya islamî ku nêzîkî rayadarên Turkiyê ye, armanc dike ku li deverên Meydankê û Nebî Hûrî, lêkolînên arkolojî pêk bîne, herwiha talan tê kirin li devera ku kevnariyên di dema lêgerînê de têne dîtin, li berçav girtineke Turkî ya ku dixwaze serbest bike destê wan çeteyan da ku dîrokê biguheze, piştî ku niha û pêşeroja herêmê veguherandiye.
Niştecîyên Efrînê, ku hejmara wan bi sed hezaran in, di kampên li Bakurê Helebê de hatin koçber kirin, mal, milk û xaniyên wan hatine talan kirin û ji aliyê çeteyan ve têne desteserkirin bi piştevaniya dagirkerê Turk, ku di Adara 2018 de Efrîn dagîr kiriye .