Kordînator û hevrêzkarê ragihandina MSD’ê li Ewropa Brahîm Brahîm, beşdarî bernameyeke gotûbê bû ku ji hêla yek ji kenalên televiziyonî ve hat weşandin li ser xetereyên nexweşiya Corona li Bakurê Sûriyê û ragirtina aliyên navdewletî yên têkildar ji bo peydakirina alîkariyan û piştgiriya tenduristî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî, beşdar bû.
Lê pêşkêşvanê bernamê israr kir ku gelek sûcdarkirin û tometbarên siyasî bike li dijî “MSD’ê ” bi riya sorkirinê, ku axaftina hevkarê me “Brahim Brahîm” ji riya wî ya rast derxist û ew ji rastiya helwesta Meclisa Sûriya Demokratik derxist, ya ku bi rengekî cidî her axaftina pejnok li dijî sivîlên Sûriyê red dike.
Ji ber vê yekê, em dê di nivîsgeha Ragihandinê de hemû tedbîrên pêwîst bigirin ji bo pêşîgirtina li şaşîtî û xeletiyên wiha, û em lêborîna xwe dixwazin ji êş û birîndarkariyên hemî sivîlên li Sûriya yên ku di salên şerê trajîk de zirara herî mezin kişandine, û tekez dikin ku helwesta “MSD’ê ” li beramberî hevxemiya bi êşên sivîlan li deverên Idlib nehatiye guhertin. Em piştrast dikin li ser ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokrat amadehiya xwe ji mêvandariya penaberan ji devera Idlibê li dû şerên ku rê li ber wan koçberan digirin, û em dixwazin bi bîr bînin ku deverên Bakur û Rojhilatê Sûryê hîn jî deverên herî ewle in ji bo Sûriyan ji parêzgehên cihêreng ên Sûriyê û MSD’ê jî bi her awayî red dike ku gef li ser ewlehiya sivîlan bê kirin yan jî wekî aliyekî li her pevçûnê bên bêkanîn.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk her wiha xemgîniya xwe ya kûr eşkera kir ku hin alî van xeletiyên wisa bikar tînin da ku li dijî wê werin kirin, di heman demê de siyasetên xapandin û tepisandina sîstematîkî li ber helwestên wê û gotûbêjên xwe yên niştîmanî û dilpakî li ser pirsgirêka Sûriyê berdewam dikin.
Ofîsa Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk
15’ê Avrêlê, 2020