Meclîsa Sûriya Demokratîk

Peyama pîrozbahiyê bi boneya Sersala Êzîdiyan

Sibe roja Çarşemê, Sersala Êzîdiya ye (Çarşeme Sor) nîşan dide, ku her çarşema yekem ji meha Nîsanê (Avrêl ), li gorî salnameya rojhilatî ya her sal, tê.

Bi vê boneyê, Em di Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD de gelên Sûriyê bi hemî pêkhateyên wê, nemaze birayên Êzîdî, pîroz dikin, ku sembola destpêka jiyanê û avakirina ax û afirandinê ye, û ew yek ji kevintirîn cejnên navdar û naskirî ye ku ji demên kevnar ve derketiye dema ku diruşmeyên wan banga evîn, lêborîn û aşitiyê dikin.

 

Di dirêjahiya dîroka xwe de, Êzîdiyên li herêmê rastî komkujiya heftê û sê komkujiyan hatine, ku ya dawî li ser destê rêxistina terorîst “DAÎŞ” bû, li cihê ku bi deh hezaran kes hatin kuştin, destavêtin û koçberkirin û çarenûsa bi hezaran jin û zarok nediyar dimîne.

 

Bi vê boneya ku xwedan taybetmendî, nirx û wateyên pir mezin in, em silav û pîrozbahiyên xwe ji birayên Êzîdî yên li Sûriyê û cîhanê re pêşkêşdikin, û hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêkek nû ji bo tevahiya mirovahiyê, ya ku hemiyan enerjiyên xwe kirine yek ji bo serfiraziyê û têkbirina pandemiya Corona, û ew (Avrêl) bibe kêfxweşî û aştî li ser mirovahiyê.

 

 

14’ê Avrêlê, 2020

 

Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me