Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nameya pîrozbahiya Roja Vejînê ” Cejna Qiyametê “

Cejna Qiyametê ya pîroz îsal bi ser me de tê, di nav mercên awarte û dijwar de ji ber belavbûna nexweşiya Corons ya ku tevahiya cîhanê dorpêç kiriye, ji ber vê yekê divê em pabendî rênmayan bibin û rêwerzên tenduristiyê bigirin û rewşên pîrozbahiya kolektîf betal bikin.

Em di Meclisa Sûriyeya Demokratîk, di dema ku em pîrozbahiya roja cejna vejîna îsayê pêxember, li civatên Xiristiyan li Sûriye û cîhanê dikin, em hêvî dikin ku ew ê name û giyanên tenduristî û ewlehiyê ji bo tevahiya mirovahiyê bîne.

Her weha em careke din tekez dikin ku aştî bê lêborîn û pejirandina yê din tune ye û disergirtina hevgirtina giştî ji der her tiştên din, ji bo pêkanîna wêneyek pirreng mozayîkek dewlemend a bi rengên ku welatekî bêhempa îfade dike û di navbera neteweyan, ol û mezheban de cûdatiyê nake.

Em careke din pîrozbahiyên dilpak û sersaxiyê ji Xiristiyanên Sûriye û cîhanê re dişînin, û hêvî dikin ku cejn û boneyên dahatû dê di nav mercên çêtir de werin û welatê me, Sûriyê ev kirîza xwe derbaskiribe ber bidestxistina dadmendî û wekheviyê di sîstemeke nenavendî û demokratîk ji bo hemû Sûriyan be.

12’ê Avrêlê, 2020

Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me