Heftê û çaremîn salvegera derketina Fransa ji Sûriyê di demekê de tê ku gelek alozî û qeyranên herêmê û cîhanê barê Sûriyê giran dikin.
Welatê me di nav rewşeke awarte de derbas dibe ku nîvê xelkên wê derveyê warên xwe ne di nava penaberî ,koçberî û derbederiyê de li her derê ne û binesaziya sûriyê jî wêranbûye di asta Jiyînê de û kirîza Sûriyê girantir bûye bi dagirkeriya Turkiyê ji çend deverên li Bakurê Sûriya re, ku gelek cûreyên tawanan li dijî mirovahiyê pêk tîne, di nav de koçberkirina bi zorê ji nişteciyên resen yên li Efrîn, Til Ebyed /Girê Spî û Ras al-Ain/ Serê kaniyê, û guhertinek demografîk li van deverên ku li deverên din yên Surî zêde kirin, ku rastî guhartina demografîk a zorê hatine û mal û milkên wan hatin dagîrkirin.
Herwiha nexweşî û pandemiya nû ya Coronayê kirîza sûriyê aloztir kir di demekê de ye ku ev nexweşî tê polîtîk kirin û pênc mîlyon Sûrî têne asteng kirin, ku pêşî li ber derbasbûna her alîkariyeke navdewletî an jî herêmî tê ji bo çareseriya vê nexweşiyê digire, asteng dike.
Herwiha berdewamiya dagirkeriya hikûmeta Enqere li û metirsiya wê ji bo êrişkirina ser tevahiya gelê sûrî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi paşguh kirinê û gefkirina domdar ji bo dagirkeriya Bakurê Sûriyê û hêzdarkirina komên terorîst û çeteyên wan li gorî heman rêbaza ku Enqere li Idlib armanc kir, bi riya derbaskirina penaber û terorîstên li wê derê Ewrûpa şantaj dike, û avakirina pireke terorîst ku bi riya wê tevahiya herêma ji bakurê Sûriyê heta rojavayê Lîbyayê dixe bin gef û metirsiyê de .
Meclisa Sûriya Demokrat -MSD bi vê helkefta niştîmanî, berê xwe dide hemû gelên Sûriyê li her perçeyekî wê û hêvî dike ku sala bê bibe sala firehî û çareseriyê, û tekez dike ku hemî welatparêzên Sûrî û konfederasyonên wan ên cuda yên etnîkî, neteweyî, olî û mezhebî, û ji her rengên cihêreng ên civaka Sûrî, divê berpirsiyariya tevahî bigirin.
Tişta ku em îro jiyan dikin bi zehmetiya bi dehan carî ya serdema ku bav û kalên me 74 sal berê jiyane, û em di qonaxekê de ne ku hewce yî ruhê berxwedanê nîşan bide da ku serxwebûneke duyemîn bidest bixe; û ji bo çareserkirina Sûrî li gorî rêça xwe ya siyasî ku rê li ber biryarên navneteweyî yên peywendîdar vedike pêdivî ye, di serî de biryarên çareseriyê 2254 ji bo vegerandina welatê me yê revandî ji bo zarokên wê yên Sûrî,
Herwiha avakirina Sûriyê weke welatekî nenavendî û demokratîk li gorî hebûn û cihwariya xwe ya şaristanî, dîrokî û pirrengiya çanda wê.
Her azadiyek welat û Sûriyê baş be
Meclisa Sûriya Demokratîk
17’ê Avrêlê, 2020
