Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Duh şeva derbasbûyî, bazareke gelêrî li navenda bajarê Efrînê rastî teqîneke mezin hat û bajarê dagirkirî yê Efrînê hejand, di encamê de bi dehan sivîlên bêguneh, şehîd û birîndarbûn ku hin ji wan jî nişteciyên Efrînê ne, li gorî raport û agahiyên destpêkê.
Ev teqîn di demekê de ye, ku bajarê Efrînê rastî hemû kiryarên cûrbecûr yên terorê ve tê, ji kuştin û revandin, temen mezin jî ji wan nafilitin, herwiha dastdanîna ser malên sivîl û zeviyên çandiniyê jî tê de ji bo cîbicîkirina wan û guhertina demografiya bajêr bi awayekî sîstematîkî ve armanckirina ewlehiya nişteciyên wê yên resen e.
Di heman demê de ev teqîn tê digel berdewamiya binpêkirinên Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji rêkeftin û peymanên Tirkiyê bi aliyên Amerîkî û Rûsî re di derbarê agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriye de hatine encamdan, wekû di vê bûyera ku Artêşa Tirkiyê navendên Asayişê li Kobanî armanc kir, herwiha nakokiyên wan yên navxweyî ji bo bi destxistina mal û milkên sivîlan.
Em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk di dema ku em şermezar dikin vê kiryara terorîstî ya hovane ku sivîlên bêguneh kirin armanc û yên mayî ji Efrîniyan tehdîd dikin bi koçberiyê û destberdana ji gund û bajarên wan, em tekez û piştrast dikin ku dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên xwedî ramanên terorîstî digire, derî li pêş hêzên terorîst vekiriye da ku xwe bi rêxistin bike û kiryarên xwe yên hovane di bin parastina Tirkiyê de pêk tîne.
Herwiha em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsiyariyên xwe li hember kêşeya Sûrî de bi cih bînin û bixebitin da ku dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û hemû deverên din ên ku ew dagîr kiriye bidawî bikin, û atmosfera ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî rêber bi biryarên navdewletî yên peywendîdar were çêkirin, di serî de biryara 2254 û bidawî anîna nakokî û pevçûna ku nêzî deh salan berdewam kiriye.

Dilovanî û herheyî ji şehîdan re
Saxlemiya lezgîn ji birîndaran re

29’ê Avrêlê, 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me