Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Derbara Geşedanên Li Siqelbiyê Û Metirsiyên Berfirehbûna Binpêkirinan

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi fikarên mezin rûdanên nîgeranker ên li bajarê Siqelbiyê diqewimin, ku bandorê li pêkhateya Xiristiyan dikin, dişopîne. Her wiha nîşaneyên ku hişyariya berfirehbûna van kiryaran li deverên din, ji nêz ve dişopîne.

Em wek Meclîsa Sûriya Demokratîk piştrast dikinku Sûriye welatê pirrengiyê bûye û dê wiha bimîne. Û dewlemendiya wê ya dîrokî û civakî li ser bingeha pirrengiya pêkhateyên olî, neteweyî û çandî ava bûye. Ji ber vê yekê, her hewildanek ji bo ferzkirina îdeolojiyek yekane an jî derxistina her pêkhateyek bi awayekî bingehîn li dijî xwezaya Sûriyeyê ye û gefeke rasterast li ser yekbûn, aramî û paşeroja wê çêdike.

Di vê çarçoveyê de, em van xalan tekez dikin:

• Pêwîstiya rayedarên têkildar bi tevahî berpirsiyariyên xwe di parastina hemû welatiyan de bêyî cudahî û mîsogerkirina ewlehî û mafên wan li hemû herêmên Sûriyeyê de bigirin ser xwe.

• Redkirina her cure binpêkirin an cudakariya li ser bingeha olî, mezhebî yan neteweyî û xebata ji bo rawestandina wan a demildest û rêgirtina li dubarebûna wan.

• Giringiya girtina tedbîrên bilez û bibandor ku rê li ber derbasbûna van kiryaran bo herêmên din bigire, bi armanca parastina aştiya navxweyî û û rê li ber zêdebûna aloziyan were girtin.

• Mîsogerkirina rewşek ewle ku rê bide hemû Sûriyan, da ku rêûresmên xwe yên olî û çandî bi azadî û rûmet bijîn, ji ber ku ev mafek resen e û bê destwerdan e.

Parastina pirrengiya Sûriyê berpirsiyariyeke hevpar e. Tu alî nikare li derveyî vê çarçoveya giştî bijî an aram bibe. Pabendbûna bi nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtina li kesên din, yekane rêya parastina Sûriyeyeke yekgirtî ye. Qonaxa heyî hewldanên yekgirtî ji bo çespandina modelekî niştimanî û demokratîk dixwaze, ku rastiya Sûriyê wek welatê hemû zarokên wê nîşan bide û rê li ber her projeyek derxistinê bigire.

Meclîsa Sûriya Demokratîk dubare dike ku pirrengî ne tenê rastiyek e li Sûriyê, belku mercê hebûn û berdewamiya wê ye. Parastina vê pirrengiyê bingeha sereke ye ji bo avakirina dewleteke demokratîk û dadmend, ku li ser hîmê hemwelatîbûna wekhev û serweriya yasayî ava dibe.

28’ê Adara 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me